ŞIRNEX - Danişîna doza Nûnerê Cizîrê yê TÎHV'ê Dr. Serdar Kunî ku der barê wî de 4 sal û 2 meh ceza tê xwestin ji nûve hat dîtin.
Danişîna doza Nûnerê Cizîrê yê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Dr. Serdar Kunî ku bi îdîaya “Bi zanebûn û daxwaz alîkarî daye rêxistinê" 4 sal û 2 meh ceza jê tê xwestin ji nûve hat dîtin. Piştî Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê doz xera kir, danişîna dozê ji nûve hat dîtin. Danişîna dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Di danişînê de Dr. Kunî û parêzerê xwe amade bûn. Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci û heyeta pêre jî doz şopand. Danişîna dozê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Kunî parastina xwe ya berê dubare kir. Heyeta dadgehê jî bi sedema ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin doz taloqî 24'ê Îlonê kir. Kunî di 19'ê Cotmeha 2016’an de têkildarî dozê hatibû girtin û piştî demekê girtî ma hat berdan û niha serbest tê darizandin.