STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirina hevalên xwe û astengkirina bîranîna Komkujiya Ermeniyan da û got: “Binçavkirina hevalên me, ramanên me yên derbarê komkujiyê de, nedan jibîr kirin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, derbarê astengiyên polîsan ên mûdaxileyî çalakiya bi boneya 103’yemîn Komkujiya Ermeniyan a li Sultanatmet pêk hat, kirin de, civîna çapemeniyê li avahiya komeleyê pêk anî û şermezar kir.
Di civînê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê parêzer Eren Keskîn axivî û wiha got: “Em tim banga ‘Komkujiyê nas bike, rastiya komkujiyê qebûl bike û texrîbatên komkujiyê tezmîn bike.’ li dewletê dikin. Binçavkirina hevalên me, ramanên me yên derbarê komkujiyê de, neda guhertin. Em di xwazin derbarê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê de bi axivîn.”
‘BI DENGÊ HÊL STRANÊN NIJADPEREST DAN GUHDARKIRIN
Endamê Lijneya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Leman Yurtsever jî, wiha axivî: “Hevalên me yên duh hatin binçavkirin û berdan, nayê qebûl kirin û şermezar dikiö.”
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.