-ÎZMÎR - Komeleya Pira Gelan, têkildarî komxebata di 5-6'ê Gulanê ku der barê penaberan de pêk bînin daxuyanî da û bang li hemû kesên der barê penaberan de gotinek wan heye kir ku tev li komxebata "Komxebata Penaber Alan Kurdî bibin. Li salonê pankarta "Xeyal Parîs, rastî Sûriye" vekirin.
Komeleya Pira Gelan (HKD), dê di 5-6'ê Gulanê de 3'emîn Komxebata Penaberan a Alan Kurdî pêk bînin. Endam û rêveberên Komeleya Pira Gelan berî komxebatê pêk bînin li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Li salona civînê “Xeyal Paris, rastî Suriye ye” vekirin. Endamê HKD'ê Adîl Çamur, diyar kir ku sedema koçberên girseyî şerê li herêmê ye û wiha got: "Yekemîn car koçberên girseyî di serdema yekemîn şerê cîhanê de pêk hat. Bi milyonan mirovan axa xwe terk kirin. Bi zorê welatê xwe û axa xwe terk kirin û bûn penaber. Welatiyên Afgan, Îran, Sûdan, Erître, Somali û welatên din ên Efrîqa bi dehan salin ji ber şer koçber in. Di 7 salên dawî de ji Sûriye koç dikin. Penaberên Sûriye ku 7 salin hatine Tirkiye û xwest şert û mercên wan ên civakî û siyasî bên başkirin. Çamur, da zanîn ku rêveberiyên herêmî ji daxwaz û pirsgirêkên wan berpirsiyar in û xwest gavan bavêjin.
Çamûr, diyar kir ku îsal 3'emîn Komxebata Penaberan a Alan Kurdî pêk tînin û bang li hemû kesî kirin ku yên der barê penaberan de gotinek wan heye tev li komxebatê bibin. Çamur, da zanîn ku di 5-6'ê Gulanê de dê li Navenda Pêşengeh û Kongreyê ya Tepekule komxebata ‘Penaberên bajar û rêveberiyên herêmî" pêk bînin.