RIHA - Li Wêranşarê ji 11 kesên bi hinceta parvekirinên tora civakî hatibûn binçavkirin, 5 jê hatin girtin.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, polîsan di 18’ê Nîsanê de bi ser malatn de girtin û bi hinceta parvekirinên tora civakî 11 kes binçav kirin. Piştî lêpirîsna Midûryeta Polîsan 11 kes sewqî edliyê hatin kirin. 6 kesên bi sûcdariya “Heqaret li Serokomar kirin” û “Propagandeya rêxistinê kirin” îfade dan dozger û bi şertê kontrola edlî 6 kes hatin berdan. Dozger 5 kesên din bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û dadgehê jî bi heman hincetê 5 kes girtin û şandin girtîgehê.