Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal

  • rojane
  • 16:08 21 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Leşkeran li gundê Zorava yê navçeyta Sûrê avêt ser gelek malan. Leşkeran berê sîlehên xwe dan ser gundiyan û wan wek mertal dan pêşiya xwe. Ji welatiyan Tacettîn Kardaş diyar kir ku di serdegirtina malan de eziyet li gundiyan hat kirin û bangî rêxistinên mafên mirovan kir. 
 
Îro jî navnîşana zext, serdegirtin û îşkenceyê gundê Zorava yê bi ser navçeya Amedê de bû. Leşkeran serê sibehê avêtin ser gelek malan. Leşkeran bi wesayîtên zirxî dor li gund girtin û bi hinceta qedexeya derketina derve nehiştin kes ji malên xwe derkeve û ketin û derketina gund hatin qedexekirin. 
 
Leşkeran li ser îxbara bênav a bi îdiaya “endamên rêxistinê hene” avêt ser mala Tacettîn Kardaş, Cahît Eren, Mursel Bahtiyar, Mehmet Bahtiyar û Hayrettin Kardaş. Leşkerna di serdegirtina malan de berê xwe dan ser welatiyan û wan wek mertal dan pêşiya xwe û hemû kelûpelên li malan belav kirin. 
 
LI SER ÎXBAREK HATIYE KIRIN QEDEXE RAGIHANDIN 
 
Tacettîn Kardaş ê bi zextên leşkran re rû bi rû ma diyar kir ku leşkeran bi rêbazên salên avêtiye ser malên wan û ji salên 90’î heta niha her tim dewlet zextan li ser wan dike. Kardaş têkildarî serdegirtina malan a îro wiha axivî: “Ji du sê mehan carek diavêjin ser mala me. Ev jî êriş û zextek derûnî ye li ser malbatên me. Ev berdewam polîtîkaya çong û ser tewandinê ye. Îro berdestî sibê saet 04.30’an leşkran dora gund girtin. Anonsên ku qedexeya derketina gund heye kirin û nehiştin kes ji malên xwe derkeve. Saet li derdora 05.00’an avêtin ser mala min. Bi mertalan avêtin ser malê. Dema min derî vekir, berê sîlehên xwe dan ser min û gotin, ‘derkeve derve’. Derketim derve. Pirs kirin kî li malê ye. Wan jî derxistin. Telefona xwe dan lawê min Karker û xwestin videoya odeyên malê hemû malê bigire. Karker vîdeo girt û telefona wan da wan.” 
 
‘LAWÊ MIN JI XWE RE KIRIN MERTAL’ 
 
Kardaş anî ziman ku leşkeran piştre lawê wî Karker wek mertal dane pêşiya xwe û li odeyan yek bi yek gerandine û wiha got: “Li hemû odeyan lêgerîn kirin. Amûrên ku bin erdê dikişînin li gel wan hebûn. Tiştek nedîtin. Gotin ku ew li ser îxbarê hatine. Gotin şahidê veşarî di înternetê de li wan geriyaye. Li ser van îxbarên derew ji çend mehan carek bi ser mala me ve digirin. Em jî, ew jî û her kes jî dizan in ku ev zextên derûnî ne. Digotin kesek çekdar hatiye gund û xwe li gund veşartiye. Me got tiştek wiha nîn e û derew e. Piştî lêgerînên li malan, dorpêça xwe rakirin û paşê jî çûn. Ji salên 90’î heta niha diavêjin ser mala min. Ji ber van zext û serdegirtinan êdî derûniya hevjîna min xera bûye.” 
 
‘EM Ê TU CARÎ TESLÎMÎ WAN NEBIN’ 
 
Kardaş da zanîn ku ew van zextan qebûl nakin û got: “Em ê tu carî teslîmî van zextên wan nebin. Bila viya baş bizanibin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku li ber vê yekê rabin û van meselayan ji nêz ve bişopînin. Her wiha em ê biçin dozgeriyê û giliyê vê zextê û serdegirtinê jî bikin.”
 
KARKER: BERÊ SÎLEHA WAN LI SER MIN BÛ
 
Karker Kalkan (23) ku leşkeran wî wek mertal da pêşiya xwe jî wiha axivî: “Ji salên 90’î vir ve zext li ser bavê min hene. Muameleya xerab lê dikin. Şeveqê zû bi ser mala ve girtin. Berê sîlehê xwe dan ser min û bavê min. Paşê jî telefona xwe dan min û gotin biçe videoya hemû hundir bigire. Piştî min dîmen girt, paşê min kirin meratl û dan pêşiya xwe û min li hemû odeyan gerandin. Ev ji bo min zextek derûnî ye. Tetika xwe kişandibûn û berê sîlehê xwe dabûn ser min, dibû ku biteqiya jî. Em dixwazin ev zext bi dawî bibin.” 
 
‘MALÊ SERÛBIN KIRIN’ 
 
Emîne Eren jî behsa serdegirtina leşkeran kir û wiha got: “Mala me serûbin kirin. Tiştekî li malê nedîtin. Bi botên xwe yên leşkerî pê li merş û nivînên me kirin. Hemû herimandin. Ji ber ku xaliyên me herimandin, ji serê sibehê ve xaliyan dişom.”
 
LAWÊ JI XWE RE KIRINE MERTAL 
 
Eren da zanîn ku leşkeran ewilî dîmenên odeyan girtine û paşê jî lawê wê ji xwe re kirine mertal û li odeyan lêgerîn pêk anîne. Eren anî ziman ku ev bû 3 car leşker diavêjin ser mala wan û di destê wan de giran hebûn. 
 
‘JI BER KU EM KURD IN’ 
 
Eren destnîşan kir ku ji ber ew kurd in viya tînin serê wan û got: “Dibêjin ‘ev kurd in em êrişî wan bikin’. Tiştek jî li mala me tune lê dixwazin eziyetê li me bikin. Em vê tişta ku tînin serê me qebûl nakin.” 
 
MA/ Eylem Akdag - Şîlan Çîl 
 

Sernavên din

16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir