STENBOL – Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz, der barê geşedanên li Rojhilata navîn û rewşa Tirkiye nirxandin kir û diyar kir ku êrîşa dawî ya hewayî ku li dijî Sûriye pêk hat bi qasî Rusya û Îran peyamek da Tirkiye jî û wiha got: “Di serî de Idlib, Efrîn û El Bab dê têkevin nava şerekî dijwar. Êrîşa li dijî rejîma Şamê, nîşaneya pêşketinên nû ye.
Niqaşên li ser geşedan û pêşketinên li Sûriye didomin. Piştî ku DYA, Îngîlistan û Fransa operasyona hewayî li dijî Sûriye pêk anîn, niqaş zêdetir bûn. Têkildarî geşedanên li Sûriye û rewşa Tirkiye Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Pekoz, diyar kir ku êrîşa dawî ya hewayî ku li dijî Sûriye pêk hat bi qasî Rusya û Îran peyamek da Tirkiye jî û wiha got: “Di serî de Idlib, Efrîn û El Bab dê têkevin nava şerekî dijwar. Êrîşa li dijî rejîma Şamê, nîşaneya pêşketinên nû ye. Rejîma Esad xwedî potensiyela ku çekên kîmyewî bikar bîne ye. Lê ez bawer nakim ku li Guta cekên kîmyewî bikar anîbe. Hemû mîlîtanên Îslamîst ên li Guta tevî malbatên xwe şandin El Bab û Îdlibê ku di kontrola Tirkiye de ye. Herêma Guta bi temamî radestî rejîma Esad kirin. Ji ber vê yekê mantixa ku Esad çekên kimyewî bikar bîne tune. Rejîma şer a Sûriye beyî destûra Îran û Rûsya nikare tiştekî wisa bike. Rûsya û Îran destûr nade vê yekê. "
Pekoz, anî ziman ku liv û tevgera Rûsya ya li Sûriye hekîmiyeta DYA bi sînor dike û ji ber vê yekê DYA ji bo kontrola li Rojhilata Navîn winda neke ketiye nava hewldanek wisa. DYA, Îngîltere û Firansa ji bo hêz û kontrola Rusya ya li Rojhilata Navîn têxe bin kontrola xwe operasyonek bi vî rengî pêk anî. DYA bi vê hewldanê peyam da Rûsya Îran û hem jî peyam da Tirkiye. Ji ber ku Îran a li Şamê serdest be di heman demê de dê karibe li Derya Spî jî serdest be. Dê li Derya Spî bibe hêza jeostratejik. Ger ku Îran bibe xwediyê hêzek wisa dê înîsiyatifa hevsengiya hêza Rojhilata Navîn têxe destê xwe. Ev yek ji bo Îsraîl û Erebîstana Siûdî rîskek mezin e. Ji ber vê yekê ev operasyon ji bo Îranê hişyariyek mezin e. Rojek piştî operasyonê li Helebê li barageha Leşkerî ya Îranê teqîn pêk hat û 20 serbazên Îranê hatin kuştin. Ev peyamek pir aşkere ye. Ev operasyon têkildarî stratejiya 'Rojhilata Mezin" ku kijian hêz di kijan astê de cih bigire ye. Di salên dawî de ji bilî stratejiya çekan a Moskova li Îran, Iraq û Sûriye pêş xistiye, li Misir, Erebîstana Siûdî û Katarê jî di qada bazirganiya enerjî û çakan de pêşketinên mezin bi dest xistiye. Ji ber vê yekê Washington destûr nade ku Rûsya ya hêz û bandora wê zêde dibe li Rojhilata Navîn bibe serdest. "
DI NAVBERA HERDU HÊZAN DE TÊKILIYÊN GIRÎNG HENE
Pekoz, anî ziman ku di nava van herdu hêzan de li gel nakokî û reqabetê, di nava wan de têkiliyên girîng jî hene û wiha got: "Li pişt perdeyê ev hêz hev dişopînin û venêrtina hev dikin. Ez bawer nakim ku der barê operasyonê de agahiyên berfireh hatibe kirin. Dema em agahî û teknolojiya di destê Rusya û DYA ya leşkerî li ber çavan bigirin, pêdivî tune ku hev agahdar bikin. Her tişt xuya dibe. Piştî vê operasyonê bawer nakim ku Rûsya stratejiya xwe ya li Sûriye biguherîne. Dê piştgiriya xwe ya rejîma Esad bê navber berdewam bike. Dê polîtîkayên DYA Fransa û Îngîlizan bêtir baldar be. Naxwaze hêza xwe ya leşkerî li sûriye winda bike. Ger ku hêza leşkerî winda bike dê Derya Spî jî winda bike."
HÊZÊN DIJBER GOTINÊN TIRKIYE JI BÎR NAKIN Û NÎŞEYA WAN QEYD DIKIN
Pekoz, bal kişand ser helwesta Enqere ya piştî operasyona li dijî Sûriye û wiha got: "Daxuyaniya Enqere encama bê polîtîk bûna wan e. Xwe li ber9 çavê Pentagonê şêrîn kir. Peyam da ku dê tev li êla şer a Pentagonê bibe. Lê Rusya ev yek li cem xwe qeyd kir. Nîjeya wê girt. Li aliyê din dema ketin Efrînê digotin dê biçin Minbic û rojhilatê Firatê jî. Ji ber vê yekê her çend operasyona DYA Îngiltere-Fransa raste rast li dijî rejîma Esad be jî di heman demê de peyamê dide Enqere jî. DYA ku çavê xwe ji operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê re girt, dê li dijî operasyona Menbiçê helwestek pir cuda nîşan bide. Divê Enqere di vî milî de peyama leşkerî û polîtîk stendinbe. Ji ber vê yekê Îktîdara Enqere dê nikaribe li dijî Menbiç û Rojhilatê Firatê operasyonê pêk bîne. Ger Enqere li ser Minbiçê hesabê şaş bike dê bedelê wê yên girantir bide. Piştî van geşedanan krîza navbera Enqere û hêzên korfezê mezin bû. Ya din li Sûriye bi arastekirina DYA re bi Quqetên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê re ketine nava tifaqê. Di demên pêş de dewletên korfesê dê piştgiriyê bidin YPG'ê.
Ger ku li dijî Menbiçê operasyonek pêk bê DYA û Fransa dê bersîvek hişk bidin. Ji bejayî jî Quwetên Sûriyeya Demokratik (QSD) dê bersîv bide. Di vê rewşê de mirov nikare texmîn bike ka dê kengî şerê li Sûriye bi dawî bibe. Li vir hêzên diyarker rejîma Esad û QSD ku navenda wê Kurd in.
Hemû mîlîtanên Îslamîst ên li Guta tevî malbatên xwe şandin El Bab û Îdlibê ku di kontrola Tirkiye de ye. Ji niha de hêzên îslamîst tevî malbatên xwe diçin li Idlib û El Babê bi cih dibin. Nêzî 40 hezar hêzên îslamîst dibe ku di mehên pêş de ji El Babê êrîşî Minbiçê bikin.
Tê payîn ku di demên pêş de li Efrîn, Idlib û El babê şerê dijwar pêş bikeve. Bi taybetî şerê li Efrîn û El Babê ji bo QSD'ê girîng e. QSD ji bo li Menbiçê bibe hêz û Efrinê bi Minbiçê re bike yek dê bi piştgiriya DYA û Fransa operasyon pêk bîne. Ev îhtîmal e.
Şerê ku navenda hêza wan Rusya û DYA bû, têkiliyên xwe yên hêz û tifaqê ji nûve diyar dikin. Ji ber vê yekê rol û rista QSD'ê ya li ser Sûriye pir girîng e. Xuya ye ku li herêmê kî QSD'ê bide pişta xwe dê li herêmê hevsengî û hêz di destê wan de be. Ji ber vê yekê di rojên pêş de xuya ye ku tifaqa di navbera QSD, DYA-Fransa de dê pêtir pêş bikeve. Hêzên Îslamîst ku li El Bab, Cerablus û Azezê bi cih bibin dê hewl bidin êrîşî herêmê bikin. Li djî vê yekê jî QSD dê bersîvê bide û dê şer dijwar bibe. Dibe ku ev şer derbasî herêma Efrinê bibe."
MA / Ferhat Çelik