TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê

  • rojane
  • 10:53 21 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê TÛAY-DER’ê Vahap Gunay da zanîn ku li Amedê di nava 3 mehan de xwe gihandine 173 malbatan û diyar kir ku daxwazên girtiyan û malbatên wan dê bi rêya partiyên siyasî veguhêzin Meclisê.
 
Li Girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan didomin. Ji bilî binpêkirinên mafan gelek girtî bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê nayên berdan. Herî dawî girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Panosê tên ragirtin bi îşkenceya “benê berazan” re rû bir û man û li Girtîgehên Rihayê jî bi hinceta “ne di rewşeke baş de ne” berdana 20 girtiyan hate taloqkirin.
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) Vahap Gunay, têkildarî binpêkirinên mafan ên diqewimin axivî. 
 
‘DI NAVA 3 MEHAN DE XWE GIHANDIN 173 MALBATAN’ 
 
Gunay, bal kişand ku xala herî girîng a xebata wan serdana malbatan e û wiha got: “Em tax bi tax digerin û hewl didin xwe bigihînin malbatên girtiyan û hikumxwaran. Xebatên me bi navendê bisînor namînin. Em hewl didin li navçeyên Bismil, Farqîn û Licê nûnertiyan vekin û xebatên xwe berfireh bikin. Me di nava 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan. Em xwe digihînin malbatan û gilî, pêşniyarên wan hebin dikin rapor û hewl didin kêmasiyên hebin çareser bikin. Malbatên ku me nekarî xwe bigihîninê jî bi telefonê têkiliyê deynin.”
 
‘PIRSGIRÊKA ME YA HERÎ MEZIN SIRGUN IN’ 
 
Gunay, bi lêv kir ku li Amedê armanca wan ew e ku malbateke girtiyan ku xwe negihandinê nehêlin û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de pirsgirêka me ya herî mezin sirgunkirina girtî û hikumxwaran e. Ji ber tên sirgunkirin malbatên me ji hevalên me agahiyên zelal nagirin. Ev rewş di mijara xwe gihandina malbatan de gelek zorê dide me. Lê tevî her tiştî di pêvajoyeke 5 mehan de em ê xwe bigihînin hemû malbatên girtî û hikumxwaran ên li Amedê dimînin û xebatên xwe bidomînin.”
 
‘EM DIFIKIRIN PIRSGIRÊKAN BIBIN MECLISÊ’ 
 
Gunay, da zanîn ku polîtîkayên têkoşînê yên têkildarî pirsgirêkên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin û malbatên girtiyan bi malbatan re amade dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku hemû pirsgirêkên hiqûqî yên malbatan çareser bibin em bi yekeyên têkildar re rû bi rû hevdîtinê dikin. Li aliyê din ji bo malbata bi awayekî rehet biçin cem girtiyên xwe yên li cihên dûr, di navbera 20 û 25’ê mehê de 19 wesayîtan eyar dikin. Dema xebatên me hatin astekê, em ê bi malbatên xwe re li eywaneke fireh bên bahev û hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin. Pişt re em plan dikin bi taybetî daxwazên girtiyên nexweş û malbatên xwe bi rêya partiyên siyasî bibin kursiya Meclisê.”
 
‘MÛAMELEYEKE DERVEYÎ MIROVÎ TÊ KIRIN’ 
 
Gunay, bal kişand ku bi girtiyan re îşkence li malbatên wan jî tê kirin û got: “Weke ku tecrîda li girtiyan tê kirin tê re wan nake bi pêkanînên cuda tecrîd û zextan li malbatan jî dikin. Rastî lêgerîna tazî û mûameleyên nebaş tên. Ji bilî neberdana girtiyan a neheqî, tevî ku dîroka berdana girtiyan diyar e jî malbat bi saetan li ber deriyên girtîgehan tên sekinandin û mexdûr kirin. Xisûseke din a girîng jî ew e ku girtiyên nexweş ‘bi raporên dikarin di girtîgehê de bimînin’ bi mûameleyên derveyî mirovahiyê re rûbirû dimînin.”
 
‘DIVÊ PIRSGIRÊK DEMILDEST BÊN ÇARESERKIRIN’ 
 
Gunay, ê bang li Wezareta Dadê kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi rastî jî van nabînin? An jî van tiştên ku tên kirin weke helwesteke mirovî dinirxînin. Ji ber ku em bi awayekî zelal dibînin ku ev ne helwesteke exlakî ye û ji vir bang dikin. Bi taybetî pirsgirêkên ku hevalên me yên li girtîgehan dijîn, qasî me dizanin û em dixwazin ev pirsgirêk demildest bên çareserkirin.”
 
 

Sernavên din

16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang