Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike

  • rojane
  • 10:06 21 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç, bertek nîşanî êrişa li dijî nûnertiya wan a Hewlêrê da û wiha got: “Her roja ku PDK faîlan aşkere neke, li dijî gelê kurd sûc dike.”
 
Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan serdana Iraq û Herêma Kurdistana Federe kir. Piştî serdana Fîdan êrişên dewleta tirk zêde bûn. PDK’ya bi dewleta tirk re di nava hevkariyê de di êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de piştgiriyê dide, bi sewqiyata leşkerî ya li dijî herêmên Sîdekan û Biradostê, rast e rast di nav şer de cih girt û pêvajo bir qonaxeke din. Di demeke ku ev geşedan diqewimin de li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) a Hewlêrê êrişeke çekdarî pêk hat û di êrişê de Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun jiyana xwe ji dest da. 
 
Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç, geşedanên li Herêma Kurdistana Federe qewimîn, helwesta PDK’ê û êrişa li dijî avahiya nûnertiya KNK’ê nirxand. 
 
ROJAVA Û KURDISTANA FEDERE DI HEDEFÊ DE NE
 
Koç, diyar kir ku konsepta êrişê ya li dijî Herêma Kurdistana Federe di sed sala komarê de bilez bûye û destnîşan kir ku armanca desthilata AKP’ê û MHP’ê ya “firehkirina sînoran” heye. Koç, destnîşan kir ku dewleta tirk ji sala 2012’an ve çav berdaye Rojava û Herêma Kurdistana Federe û wiha got: “Hewl dide Rojava û Herêma Kurdistana Federe li erdnîgariya Tirkiyeyê zêde bike. Li dijî vê li Rojava, li Başûr û bakurê Kurdistanê berxwedaneke gerîla ya mezin heye. Erdogan piştî hilbijartinê pê hesiya ku kurd winda kirin. Ji bo kurdên li ber wî serî natewînin ji holê rake, kete nava hewldanên nû û ji bo vê kabîneya şer ava kir. Û çend kurd xistin nav vê kabîneyê û peyama ‘pirsgirêka min bi kurdan re’ nîne da. Ev yek bi şandina Hakan Fîdan a Bexdayê kir.” 
 
‘PDK FAŞÎZMÊ BI HÊZ DIKE’ 
 
Koç, da zanîn ku ji bo dewleta tirk ji şerê dimeşîne re encam bigire Iraq û Îranê li dijî kurdan sor dike û anî ziman ku dewleta tirkan bi van hêzên mêtînger re armanc dike ku kurdan ji holê rake. Koç, anî ziman ku serdanên Hakan Fîdan ên dawiyê di vê çarçoveyê de ne û wiha berdewam kir: “Erdogan beriya ku biçe Lijneya Giştî ya NY’yê dixwest di destê xwe de qozekê bigire. Li aliyê din rastiya PDK’a ku ji bo berjewendiyên malbata xwe Kurdistan ji pêş çavên xwe avêtiye. Beriya ku em hevalê xwe Denîz winda bikin, PDK’ê sewqiyateke zêde şand herêma Bradostê û amadekariyên şerekî fîîlî dikir. PDK li cihekî weke Rojhilata Navîn li kurdan berdana çekan ferz dike. Ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bi dijmin re hevkariyê dike. Di encama vê yekê de qada şer fireh dike û faşîzma Erdogan bi hêz dike.”
 
ÇIMA KNK HEDEF HATE GIRTIN?
 
Koç a êrişa dawî li Silêmaniyê pêk hat nirxand, anî ziman ku li Silêmaniyê “welatparêzî” xurt e. Koç, diyar kir ku ne tesadüfe ku sûîkastên siyasî bi taybetî li vê herêmê pêk bên û bal kişand ser hesta “welatparêziyê” ya di nava gel de xurt e siyasetê bi rê ve dibe. Koç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sedsala duyemîn a Komarê de pêdiviya dewleta tirk bi serkeftinekê heye. Li Îmraliyê li dijî Rêber Apo tu serkeftin bi dest nexistin. Ji ber vê yekê 30 meh in ji Îmraliyê agahî nayên wergirtin. Hedefgirtina siyasetmedaran a bi SÎHA’yan a derve, rast e rast bi hedef girtina KNK’e ya bawer dike ku çareseriya pirsgirêka kurd di yekitiyê re derbas dibe û siyasetê vê dike re têkildar e. Di Konferansa Lozanê de kurdan bi yek dengî peyama ‘We nekarÎ me ji holê rakin, em li vir in û Lozana we qebûl nakin’ dan mêtîngeran, bi rûhê yekitiya neteweyî serî rakir. Bi qetilkirina hevalê me Denîz re hate xwestin ku xebatên KNK’ê yên yekitiya netewî bên rawestandin.”
 
‘DIVÊ PDK DAXUYANIYEKÊ BIDE’  
 
Koç, bi bîr xist ku buroya KNK’ê 17 sal in li wir e û diyar kir ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve 24 saetan di bin çavdêriyê de ye. Koç, a helwesta PDK’ê nirxand, bi lêv kir ku şûna PDK faîlên êrişê derxîne holê, bêyî daxuyaniyekê bide û hewl dide rojevê berovajî bike. Koç, a got ku “Heta ku PDK daxuyaniyekê nede em wan sûcdar dibînin” û destnîşan kir ku ev yek nîşaneya îstîxbarata PDK’ê Parastin û MÎT bi hev re tevdigerin. Koç, axaftina xwe wiha domand: “Dema rojnamevanekê/î li başûrê Kurdistanê rexneyeke biçûk li PDK’ê kir tên demildest wê/î digirin. PDK, bi dijminê ku dixwaze gelê kurd ji holê rake re hevkariyê dike. Li gorî xala di deklarasyona yekitiya neteweyî ya KNK’ê de cih digire divê tu hêzên kurd bi mêtîngereke zirarê dide hêzeke din a kurd re di nava têkiliyê de nebe, heke di nava têkiliyê de be sûc dike.”
 
‘PDK LI DIJÎ GELÊ KURD SÛC DIKE’ 
 
Koç, got ku “Her roja ku PDK faîlan aşkere neke li dijî gelê kurd sûc dike” û bal kişand ku gelê kurd bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Koç, anî ziman ku bi taybetî li dijî kesên ji PKK’ê hez dikin re êriş tên lidarxistin û wiha pê de çû: “Gerîla dixwaze dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê bi dawî bike. Di demeke ku gerîla vê dike de PDK ji bo dijmin bîne Kurdistanê rê vedike. Tabloya heyî evqas zelal e. Divê her welatparêz li dijî vê yekê bêje bes e. PDK bi alîkariya dewleta tirk a qirkirina kurdan hevkariya sûc dike. Divê gelê kurd destê xwe deyne ser wijdana xwe û dengê xwe guhdar bike.”
 
‘ÇAR PERÇEYAN JI QEWET DIXE’ 
 
Koç, anî ziman ku qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun û êrişa di heman rojê de li dijî Şengal û Rojava, nîşaneya konsepta “ji holê rakirinê” ya li dijî kurdan e û destnîşan kir ku ev yek ji bo kurdan serdemeke gelekî krîtîk e. Koç, wiha domand: “Gerîla ji xwe weke her carê peywîra xwe dike. Niha dora siyaseta kurd û gelê kurd e. PDK xetaya di pêvajoya referandûma 2017’an de dubare dike. Di wê pêvajoyê de ji sedî 40 axa Herêma Kurdistana Federe da windakirin. Herî dawî helwesteke weke palpişta gotina Erdogan a Kerkuk ne ya kurdan e bike nîşan da. Ev hemû li dijî şehîdên wan bi xwe şermeke mezin e. Sekneke PDK’ê ya xiyanetê li tişta ew temsîl dike bi xwe heye. Çar perçeyan ji qewet dixe.”
 
YEKITIYA NETEWÎ
 
Koç, a bi lêv kir ku “Yekane rêya çareseriyê yekitiya neteweyî ye”, hişyar kir ku heke ev yekitî pêk neyê dê gelê kurd sedsaleke din jî winda bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di vê sedsalê de em hemû destkeftiyên xwe biparêzin. Divê gelê kurd li dijî destkeftiyên me têxin rîskê peyama xwe bide û li dijî êrişan bi biryar bibin. Berdewamkirina tecrîda Îmraliyê ya 25 salan encama Lozanê ye. Bi têkoşîna kurdê azad ku Rêber Apo temsîl dike re dikarin vê konsepta şer vala derxînin. Hêza me bi zêdehî heye. Weke gel êdî ne bi tenê ne. Li pêşiya encam negirtinê de tu astengî nînin.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin