Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire

  • rojane
  • 09:02 21 Îlon 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, diyar ku di dîrokê de mînaka tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nehatiye dîtin û got: “Îro bi mîlyonan kes li bendê ne ku agahiyek ji Îmraliyê be. Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê ji ramanên Ocalan sûdê bigire.” 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 30 meh in tu xeber nayên girtin. Ev yek li ba raya giştî bûye cihê fikarên mezin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Ocalan tê meşandin her ku diçe girantir dibe. Parêzerên Ocalan ê ku bi daxwaza hevdîtinê her hefteyê du caran serlêdan dikin jî bêencam dimînin. Bi tu awayî serlêdanên wan nayên bersivandin. Tecrîda ku giran dibe bi xwe re şer û aloziyan tîne. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, aliyê hiqûqî yê tecrîda girankirî nirxand.
 
‘DIVÊ KU QURBANÎ SIYASETÊ NEYÊ KIRIN’ 
 
Dîlsîz, diyar kir ku bi girankirina tecrîdê hiqûq tê binpêkirin û wiha axivî: “Rewşa agahî negirtina ji Ocalan mijareke ku bi salane tê nîqaşkirine. Ev mijareke cihê nîqaşê ye. Ev pirsgirêk qasî ku bi qurbanî siyasetê neyê kirin girîng e. Bi rastî di dewleteke demokratîk de qanûnên demokratîk hewce dikin. Lê em dibînin ku 30 meh in li Îmraliyê tecrîd heye. Me li ser vê mijarê serî li Wezareta Dadê û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) da. Me di serlêdana xwe de bang li dewletê kir ku li gorî qanûnên ku diyar kirine tevbigere. Ew mehkûmeke û helwesta wî ya siyasî çi dibe bila bibe, divê ew kes li gorî zagonan mafê xwe bikar bîne.”
 
‘DI DÎROKÊ DE TU MEHKÛM DI TECRÎDEKE BI VÎ RENGÎ DE NEMANE’ 
 
Dîlsîz, bi lêv kir ku her hewledaneke hiqûqî bi rêbazên cuda tên astengkirin û wiha domand: “Em weke parêzer rast nabînin ku 30 mehan kesek ji mafê xwe yê hiqûqî bêpar bê hiştin. Car caran cezayê dîsîplînê tê birîn, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û agahî jê nayê girtin. Hem li qada neteweyî, hem jî li qada navneteweyî pîvanên qanûnî yên gerdûnî hene. Di serlêdanên xwe yên ji bo Wezareta Dadê ya li ser vê mijarê de me diyar kir ku tecrîd ne hiqûqî ye. Ji serlêdanên  me re heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Me 6-7 meh berê serlêdan kir. Di rastiyê de divê ku em bibêjin ku pêvajoyeke hiqûqî nayê meşandin. Dema ku em weke parêzer vê rewşê binirxînin, Ocalan xwedî helwesteke siyasî ye û hêza wî ya ku bandorê li girseyan bike heye. Di dîroka Tirkiyeyê de tu mehkûm bi vî rengî di nava tecrîdê de nehatine ragirtin. Ji ber vê yekê, bi rastî tecrîd li dijî qanûnê ye û vê dijitiya qanûnê bi cezayê dîsîplînê vê bêhiqûqiyê vedişêrin.”
 
‘HÛN QAÎDEYÊN XWE YÊN QANÛNÊ BINPÊ DIKIN’ 
 
Rojhat Dîlsîz, anî ziman ku Tirkiye bi girankirina tecrîdê xala bingehîn a qanûnê binpê dike û wiha lê zêde kir: “Ne raste ku kesek 30 mehan hem ji malbat hem jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê nikare bike. Ne raste ku ev kes tenê bimîne û bi vî rengî têkiliya wî ya bi derve re bi temamî bê qut kirin. Di dawiyê de, armanca cezayan çi ye? Ketina kesekî di girtîgehê de rehabîlîtasyon e. Ji ber vê yekê, bi îzolekirina kesekî û qutkirina têkiliya wî ya ji cîhana derve re, hûn bi rastî armanca xwe ji holê radikin. Hûn qaîdeyên ku we bi xwe danîne paşguh dikin. Ne rast e ku em weke parêzer vê pêvajoyê rast bibînin.”
 
‘BI MILYONAN KES LI BENDÊ NE KU AGAHIYEK JI ÎMRALIYÊ BÊ’  
 
Serokê Baroyê Dîlsîz da zanîn ku CPT’î jî bi vê helwesta xwe sûc dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “CPT rêxistineke bêalî ye û saziyeke ku di encama bangên ku tên kirin de tevdigere ye. Ev sazî ji bo girtî û mehkûmên ku li girtîgehê bi awayekî derhiqûqî tên darizandin nirxandinan dike. Bi rastî piştî çûyina CPT’iyê ya Îmraliyê em li benda parvekirinekê bûn, ji xwe ev demek dirêj bû ku tu xeber tune bûn. Bi milyonan mirov li bendê ne ku agahiyek ji Îmraliyê bê. Ji ber wê daxuyaniya CPT’yê gelekî girîng bû. Lê belê çawa ku me bersiv ji serlêdanên xwe yên li Wezareta Edaletê ya di derbarê mijarê de negirtiye, em bi aşkereyî ecêbmayî ne ku CPT’yê jî derbarê mijarê de daxuyanî nedaye û rapora xwe ji raya giştî re aşkere nekiriye. Em li benda daxuyaniya CPT’yê ne. 
 
Dema pêvajoya çareseriyê di Newrozê de nêrîn û nameyên Ocalan li ber çavên milyonan kesan hatin xwendin. Em behsa kesekî dikin ku di demên diyarkirî de ji aliyê rayedarên payebilind ên hikûmetê ve hatiye pejirandin û bi helwesta xwe ya siyasî û pêşbîniya xwe dihate naskirin. Di wê demê de hikûmetê ji nêrînên wî yên li ser çareseriya pirsgirêka kurd sûd werdigirt. Bi guhertina stratejiyê xetimandin çêbûn. Em dikarin bi dehan sedemên vê xetimandinê rêz bikin. Wê demê hem dewlet û hem jî gelek rayedaran danûstandin dikirin. Û di hin deman de bi peyamên ku ji wir dihatin bi milyonan re hatin parvekirin. Serdemek nû dest pê kir û vê yekê di civakê de pêşî li hêviyê vekir. Lê belê, Ocalan 30 meh in di îzolasyonê de ye. Em nizanin dewlet bi Ocalan re hevdîtin pêk tîne yan na, lê heke hevdîtinek hebe jî bi raya giştî re nayê parvekirin.”
 
‘DEWLET DIKARE JI RAMANÊN OCALAN SÛD BIGIRE’ 
 
Dîlsîz, da zanîn ku çareseriya aloziyan bi dawîkirina tecrîdê ye û ev tişt got: “Ji ber vê yekê tecrîdkirina mirovekî wisa ku dikare bandorê li mîlyonan mirovan bike yan jî berê ji aliyê hikûmetê ve hatiye qebûlkirin, di nava girseyan de pêşiya aloziyê vedike. Ez wisa difikirim ku dewlet dikare ji ramanên Ocalan ên li ser çareserkirina pirsgirêkan sûd bigire. Li gel vê dikarin pêvajoyek nû bidin destpêkirin. Ji bo pêkanîna stratejiyên cûda ev tişt gengaz e. Stratejiya heyî ya xetimî, neçareserkirina pirsgirêkê kûrtir dike.”
 
MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket