BEDLÎS – Şaxa ÎHD’ê ya Beldîsê xwest Hasan Ceylan ê girtiyê nexweş bê berdan.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Bedlîsê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser rewşa Hasan Ceylan ê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Bedlîsê yê berê ku girtî ye. Şaxa ÎHD’ê xwest Ceylan bê berdan û got: “Ceylan yek ji parêzvanê mafê mirovan e ku gorên komî anî rojeva Tirkiyeyê. Yek ji parazvanê aştiyê ye. Hasan Ceylan ji sala 2017’an ve di Girtîgeha Bedlîsê de tê ragirtin. Ji ber xebatên xwe yên parêzvaniya mafê mirovan tê girtin û darizandin. Di serî de nexweşîna dil û damar û gelek nexweşînên Ceylan hene. Her tim birêkûpêk dermanan bikar tîne. Dê di 26’ê Nîsanê de danişîna Ceylan bê dîtin û em daxwazin dikin ji ber pirsgirêkên xwe yên nexweşînê bê berdan.”