AMED - Li çoltera sêgoşeya navçeyên Lîcê, Pasûr û Dara Yêne operasyona leşkerî bi alîkariya hewayê dest pê kir.
Li çoltera sêgoşeya navçeyên Lîcê, û Pasûrê yên Amedê û navçeya Dara Yêne ya Çewlîkê bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyon dest pê kir. Ji serê sibê ve li navenda Lîcê leşker sewqî sêgoşeya Lîcê, Pasûr û
Dara Yênê ya çoltera gundê Saggazê tên kirin. Gelek helikopter û yekîneyên hêzên taybet sewqî herêma operasyonê hatin kirin.