AMED – Der barê rojnameger Fuat Yaşar ê ku têkildarî serdema qedexeya derketina derve de li ser medya civakî parvekirinan kir bi îdiya “Propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin.
Der barê nûçegihanê 1HaberVar’ê Fuat Yaşar de bi hinceta pervekirinên medya civakî bi îdiya “Propaganda rêxistinê kiriye” lêpirsîna hat destpêkirin, veguherî dozê. Yaşar dê di çaroveya dozê de di mehên pêşiya me de li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derkeve pêşberî dadger.
PARVEKIRINÊN DAYIKA TAYBET Û MEHMET EMEL KIRIN SÛC
Parvekirinên Yaşar ên der barê Taybet Înan a li Silopî hat kuştin û 7 roj cenazeyê wê li kolanê ma û Mehmet Temel ê bi SÎHA’yê hat kuştin kirin sedema sûcdariyê. Her wiha parvekirinên gotinên stran û helbestên kurdî yên Yaşar jî wek “Propaganda rêxistinê” hatin nîşandan.
LI BER TOMA’YÊ WÊNE KIŞANDIN DIBE PROPAGANDA
Yek ji sûcdariya herî sosret a der barê Yaşar de jî ew e ku li ber maşîneya zirxî TOMA wêneyê xwe kişandiye.
YAŞAR: EM Ê DI HEWZA WAN DE AVJENIYÊ NEKIN
Yaşar der barê sûcdariyê lê tên kirin nerazîbûn nîşan da û got: “Rojnamegerek muxalîf û kurd ku doz lê nehatibe kirin nîne. Bi van hewldanan dixwazin hemû rojnamegeran daxilî medya havuz bikin. Lê em rojnameger nizanin di wê hewzê de avjeniyê bikin. Niyateka me ku em ê bifetisin nîne. Tişta rast ez dizanim em ê binivîsinin. Di yek pervekirinên min de jî ne navê rêxistinekê û ne jî behsa wê tê kirin. Wêneyê min ê li ber TOMA’yê jî kirine hinceta propagandayê, ev jî pîvana dozê jixwe dide nîşandan.”