NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Karê Derve yê Herêma Cizîrê Abdulkerîm Ûmar ragihand ku Rêveberiya Rojava qebûl kir ku bi Şamê re muzakereyan bike.
Li gorî nûçeya Sputnîk Kurdistan Hevserokê Karên Derve yê Herêma Cizîrê Abdulkerîm Ûmar bersiva gotinên Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Velîd Muallîm ku di hevpeyvîna xwe yê ligel Sputnikê de eşkere kiribû ew amadene bi kurdên Sûriyeyê re xweseriyê muzakere bikin û got: "Em vê daxuyaniyê gelek erênî û dereng dibînin. Ev gav dibe bibe xîmek. Em ji bo çareseriya krîza li welêt, amadene diyalogê pêk bînin.”
‘EM AMADE BÛN LÊ EW NE AMADE BÛN’
Ûmar destnîşan kir ku beriya niha bi navbeynkariya Rûsyayê çend car hevdîtin bi Şamê re pêk anîne, lê Şam ji bo axaftina pêşeroja Sûriyeyê ne amade bû û wiha dewam kir: "Eger Rûsya navbeynkarî bike û mîsogeriya navneteweyî were dayîn ji bo berdewamiya muzakereyan amadene."
HESEN: RÊYA RAST HER TIŞT LI SER MASÊ BÊ ÇARESERKIRIN E
Piştî kongreya PYD'ê Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen di 10'ê Cotmehê de daxuyanî dabû ROJNEWS'ê û gotibû baweriya wan bi diyalogê heye û wiha gotibû: "Em dixwazin derfet were dayîn ku hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê û li ser masê werin çareserkirin. Bi dîtina me rêya rast ev e. Lê, heya niha jî rejîma Sûriyeyê di warê pratîkî de gavên bi vî awayî zû bi zû na avêtiye. Em hêvî dikin ku ew daxûyaniya rejîma Sûriyeyê ji bo diyalogê daye, di gotin de nemîne û bi ragihandinê re jî sînordar nemîne. Her wisa hêvî dikin hemû pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Herçiqas tecrûbeyên berê pir hêvî û bawerî nade mirov jî em hêvî dikin ku li xwevegerekî cidî çêbûbe û rejîm di vî alî de gavan biavêje. Ji ber wekî din rêyên çareseriyê tine ne."