AMED - 2'emîn danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîs Y.Ş. ve hat kuştin û kuştin kêlî bi kêlî hat qeydkirin dê sibê li Amedê bê dîtin. Polîs Y.Ş., ê bi cezayê muebetê tê darizandin, tevî hemû îtîrazê parêzeran hêj serbest e û li ser kar e.
Kemal Kûrkût ê 22 salî ji bo Newrozê di 21’ê Adara 2017’an de ji Meletiyê hatibû Amedê. Kûrkût di têketina qadê de tevî bedena xwe ya tazî, polîs Y.Ş. ji pişt ve gule berdayê û ew li qada Newrozê qetil kir. Di ser kuştina Kurkut re salek û mehek (23 meh) derbas bû. Dema hat qetil kirin kêlî bi kêlî wêne hatibûn kişandin û bi raya giştî re hatibû serwîskirin. Dîsa salek şûnde dîmenê kêlî bi kêlî kuştina Kurkut hatin bidestxistin. Dîmenên kamerayê yên ku ji wesayîtên zirxî û avahiyên li derdorê hatin belavkirin, dema qetilkirinê bi awayekî zelal derdixe holê. Di dîmenan de tê dîtin ku Kûrkût çawa hatiye qetilkirin. Ev dîmen di heman demê de ketin dosyeya dozê jî. Di zabitnameyên polîsan de Kûrkût hatibû sûcdarkirin. Li gorî qeydên kameraya ewlekariyê li ser rêya ku qetilkirin pêk hatiye, Kûrkût bi gavên bi lez ber bi benda kontrolê ve dimeşe. Kûrkût hirkayê xwe derdixe û dîsa rêya xwe didomîne.
PIŞTÎ QETILKIRINÊ MÛAMELEYA DERMIROVÎ!
Cenaze yê ku ji bo veşartinê birin Meletiyê, ji bo şuştinê xwestibûn li Goristana Alîbaba were şuştin lê ava vê derê ji aliyê Şaredariya Battalgazî hatibû qutkirin. Malbatê bi derfetên xwe cenazeyê xwe şuştibû lê rayedarên şaredariyê destûr nedabûn ku Kûrkût li kêleka gora bavê xwe were veşartin. Şaredariyê wesayîta cenaze û kon jî nedabû malbata Kûrkût. Ligel hemû astengiyan cenazeyê Kurkut li mînîbusekê hatibû kirin û li Goristana Topbaş hatibû veşartin. Piştre derketibû holê ku Kûrkût ji qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê filitîbû ya ku 109 kesên sivîl ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn qetilkirin.
POLÎSÊ KUJER HÊ JÎ LI SER PEYWIRA XWE YE
Piştî nerazîbûna di raya giştî de Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî 2 polîsên ku gule bera Kûrkût dane lêpirsîn da destpêkirin. Polîsê bi navê Y.Ş. (32) ê ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû destgîrkirin, piştre ji aliyê dadger bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.
Bersûc Y.Ş. ê ku di çarçoveya lêpirsînê ji peywira xwe hatibû dûrxistin, piştî 3 mehan dîsa dest bi peywirê kir. Serdozgeriyê piştî qetilkirina Kûrkût bi 7 mehan têkildarî polîsê bersûc, bi daxwaza cezayê girtîgehê yê muebbet îddîaname amade kir. Li cihê bûyerê 13 guleyên 9x19 hatin dîtin. Dozger tespît kir ku parçeyê guleya li tilîka çepê ya Kûrkût ketiye çeka aîdî Y.Ş. ye.
Polîsê bi navê O.M yê ku tevî Y.Ş. hatibû destgîrkirin jî bi hinceta ku guleya di bedena Kûrkût ne aîdî çeka wî ye, biryara neşopandinê hate dayîn. Di rûniştina pêşîn a dozê de ligel ku dozger xwest bersûc were girtin jî, dadgehê biryar da ku bila bersûc neyê girtin lê were darizandin.
Rûniştina duyem a dozê jî wê di 26’ê Nîsanê (sibê) de bê dîtin.
MALBATA KURKUT BANGA TEVLÊBÛNA DANIŞÎNÊ KIRIN
Malbata Kûrkût, beriya danişînê li ser medya civakî banga tevlêbûna danişînê ya di 26'ê Nîsana 2018'an de bê dîtin kirin. Malbatê diyar kirin ku dilê wan dê ji bo birayê wan ê li Bajarê Kurdan Amedê ku dilê wan e ji aliyê polîsê dewletê ve hat kuştin, bavêje. Hêrs û kîna me zindî ye. Di şexsê polîsê qatil de hemû qademeyên ku bûne şirîkê sûc dê destê me di qirika wan de be. #JiBoKemalKurkut Edalet. Nûnerên Rêxistinên Civakî, rojnameger, wekîl û hemû kesên xwedî sinc û wîşdan em dixwazin tev li danişîna Kurkut bibin. 26'ê Nîsanê roja Pêncşemê #DiŞexsêKemalKurkut de ji bo Ugur, Ceylan, Berkin û hemû zarokên hatin kuştin em li Amedê ne"
MA / Deniz Tekin