KNK: Êrîşa Ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê, li dijî yekîtiya neteweyî ye

  • rojane
  • 09:47 19 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK'ê diyar kir ku êrîşa li ser ofîsa wan a li Hewlêrê ji aliyê Tirkiyeyê û hevkarên wê ve li dijî yekîtiya neteweyî hatiye kirin û destnîşan kir ku ew ê karên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî hîn xurtir bikin.
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşa çekdarî ya dijî Nûnertiya KNK'ê ya li Hewlêrê û êrîşa li Silêmaniyeyê hatine kirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniya bi sernavê "Êrîşa li ser Ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê êrîşa li ser yekîtiya neteweyî ye" de ev tişt hatin gotin.
 
'HEDEFGIRTIN BIRYAR Û PEYAMEKE STRATEJÎK E'
 
"Li Hewlêrê 18.09.2023'an nava rojê saet di 13.35'an de, êrîşek hovane li ser ofîsa KNK'ê pêk hat û di encamê de berpirsê ofîsê û endamê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun şehîd ket. Ev êrîş êrîşeke ji rêzê nîne. Amancgirtina ofîsa KNK'ê, biryarek û peyameke stratejîk e. Bi vê êrîşê ne tenê ofîsek, ne tenê xebatkarek ne tenê endamekî KNK'ê hatiye hedefgirtin. Di vê êrîşê de Yekîtîya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê, navend û mejiyê stratejîk yê gelê Kurdistanê hatiye amancgirtin. Dijminên me, bi van êrîşan didin nîşan ku çiqas ji yekîtîya me aciz in û ditirsin. Pêwîste her Kurd vê rastîyê bibîne û li gorî vê rastîyê jî tevbigere.
 
'EM ÊRIŞKARAN NAS DIKIN'
 
Em êrîşkaran nas dikin, ev êrîş berdewama êrîşên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr, Zap, Metîna, Avaşîn, Silêmanî û bi giştî Başûrê Kurdistanê ye. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve hatiye organîzekirin û hatiye pêkanîn. Ofîsa KNK'ê di nava bajarê Hewlêrê de ye. Ev ofîs ji aliyê asayîş û îstixbarata herêmê ve 24 saetan tê şopandin. Dehan kamera li wê deverê hene. Eger neyêne parastin, roj nîvro nava rojê çawa, bi çi cesaretê, kujer dikarin bi rehetî destên xwe bihejênên û biçin ofîsa KNK'ê û mirovan qetil bikin? Çawa MÎT dikare li herêmê rehet kar bike, ajanan ji xwe re peyda bike û welatparêzan qetil bike? Kî destûrê dide wana û rê li ber wana xweş dike? Di vê bûyerê de gelek pirs hene. Muxatabê van pirsan Hukumeta Herêmê û asayîşa Hewlêrê ye. Eger rojek zûtir ev kujer neyêne girtin û yên di pişt wana de neyêne derxistin, neyêne darezandin, berpisyar desthilata Herêmê û asayîşa Hewlêrê ye.
 
'ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ BERDEWAM IN'
 
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê berdewamin. Di heman saetê de nîv saet piştî bûyera Hewlêrê, li Silêmaniyê li fokexana Erbetê de, hêzên dijî teror yên girêdayî YNK'ê jî hatin amacgirtin. Di encama êrîşê de 3 pêşmerge şehîd ketin û 3 peşmerge jî birîndar bûn. Rojek pêş van bûyaran li Şengalê hêzên YBŞ'ê hatin hedefgirtin û 3 fermandarên YBŞ'ê şehîd ketin. Di heman demê de li Rojava li Minbic, li Amûdê, li Qamişlo û li Tirbespiyê, şervan û endamên asayîşa Rojava hatin amancgirtin. Di van êrîşan de jî şehîd û birîndar hene. Ji xwe êrîşên li ser hêzên gerîla bi hemû awayî bi çekên qedexe bi çekên kîmyewî, berdewamin.
 
'HEVKARIYA DAGIRKERAN XIYANET E'
 
Dewleta Tirk bi giştî bi gelê Kurd re di nava şerekî dijwar de ye. Ev şer ne tenê li dijî hêzeke Kurdî ye, li dijî hemû Kurdan e û li dijî hemû Kurdistanê ye. Dewleta Tirk bi serê xwe tenê jî êrîş nake, heman demê de li dijî gelê me tifaqan çêdike û dagirkerên din jî dixe nava tevgerê. Divê hemû Kurd, hêzên Kurdistanî vê rastîyê bibînin û li gorî vê rastiyê jî tevbigerin. Hevkariya bi dewleta Tirk re, hevkariya bi dijmin û dagirkeran re xiyanet e, xeta sor e û divê ti Kurd û ti hêzên Kurdistanê vê xetê derbas nekin.
 
'ÊRIŞ HEDEFGIRTINA YEKITIYA NETEWEYÎ YE'
 
Êrîşa li ser ofîsa KNKê, hedefgirtina Yekîtîya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê ye. Li hember vê êrîşê û bi giştî li hember van êrîşan, bileks divê xeta neteweyî bê xurtkirin û hemî hêzên Kurdistanî bibin yek. Bi vê munasebetê sêrîde partî û rêxistinên endamên KNK'ê, em bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî dikin ku li hember van êrîşan bê deng nemînîn, şermezar bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.
 
'EM PAŞ VE GAVÊ NAVÊJIN'
 
Li dijî van êrîşan em weke KNK, em ê gavan paşde neavêjin, em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin, em ê li hember hemû êrîşan rawestin û em ê xeta yekîtiya neteweyî kûrtir bikin.
 
SERSAXIYA GEL
 
Di şexsiyeta Şehîd Denîz, şehîdên fokexana Erbetê, şehîdên Şengalê û şehîdên Rojava de, em hemû şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ bîr tînin, li ber bîranîna wana bejna xwe ditewînin, ji malbatên şehîdan û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."

Sernavên din

23/09/2023
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer