Xwestin girtî Nakçî sewqî Amedê bê kirin

  • rojane
  • 09:05 19 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Malbata Yûsûf Nakçî yê di Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê de, diyar kir ku ji ber rewşa aborî û nexweşiyan ji bo hevdîtinê nikarin biçe girtîgehê û xwest ku Nakçî sewqî Amedê bê kirin. 
 
Girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên xwe tên kirin. Gelek malbat ji ber rewşa aborî bi mehan nikarin xizmên xwe yên girtî bibînin. Yek ji van malbatan jî malbata Yûsûf Nakçî ye ku di 22'yê mijdara 2017'an de ji Amedê sewqî girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin. Malbata Nakçî ji ber rewşa aborî û nexweşiyan bi mehan nikare biçe girtîgehê. Nakçî di 11'ê gulana 2017'an de li navçeya Farqîn a Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê hat binçavkirin û piştî îşkenceya li Qereqola Cendirmeyan a Farqînê 14 rojan li Midûriyeta Polîsan a Amedê hat ragirtin û paşê hat girtin. 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a 8'an a Amedê bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebeda giran li Nakçî birî. Hevjîna Nakçî Hatîce Nakçî anî ziman ku ji ber nexweşînên xwe û rewşa aborî bi mehan nikare ji bo hevdîtinê biçe girtîgehê. 
 
‘EM BI MEHAN NIKARIN BIÇIN'
 
Hatîce Nakçîyê got: "3 zarokên min hene. Kesekî ku alîkariya min bike tune ye. Gava ez diçim cem wî jî divê ez texsiyê kirê bikim. Ger ez serê sibehê zû ne li wir bim, me naxin hundir. Gava ez diçim, bi rastî jî di warê aborî de pir ditengijim. Car heye em 4-5 mehan nikarin biçin. Dêya wî extiyar e, lingekî wê seqet e û di yê din de jî platîn heye. Çavên wê jî nerihet in. Gava em dikevin hundir em zehmetiyê dikişînin. Em bi saetan disekinin. Carekê di nîv saetê dawî de em xistin hundir. Jixwe em salê carekê diçin, wê carê jî hezar zehmetiyan didin ber me. Me çend cxaran daxwazname nivîsandin, lê wî sewqî vir nakin." 
 
Nakçî bilêv kir ku ji ber ku hevjînê wê nebûye îtirafkar hatiye sirgûnkirin û wiha pê de çû: "Em dixwazin wî bînin Amedê. Jixwe belesebeb ceza lê hat birîn. Di dosyeya wî de tu tişt tune bû, lê rabûn ceza lê birîn. 7 sal in girtiye. Dosyeya me hê jî li Enqereyê ye, tiştekî nabin. Dadgeha wî 4 salan dewam kir û 3 sal in dosye li Dadgeha Bilidn e. Jixwe gritî zehmetiyê dikişînin. Qet nebe bila malbatên wan nekişînin. Bihata Amedê, me yê bi rihetî ew bidîta. Hevalên di Girtîgeha Xarpêtê de hemû vê zehmetiyê dikişînin. Hin kes hene 7-8 sal in malbata xwe nedîtine. Hevalên li cem hevjînê min 3 sal in malbatên xwe nedîtine." 
 
‘DIVÊ EMELIYAT BIBE'
 
Nakçî anî ziman ku hevjînê wê jî nexweş e û di warê dermankirinê de bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Nakçî got: "Lê 3 sal in wî emeliyat nakin. Qirika wî diwerime. Nikare bi rihetî bêhnê bistîne. Çavên wî jî nerihet in, piştî çend mehan ew birin ser bijîşk. Niha berçavk loi ber çavên wî ne, lê dibêje çavên wî diêşin." 
 
Nakçiyê bang kir ku divê daxwaza wan a ji bo sewqkirina hevjînê wê bê qebûlkirin û ji saziyên mafên mirovan û raya giştî xwest ku di vî warî de hesas bin. 
 

Sernavên din

22/09/2023
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye
09:03 'Nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin'
09:03 Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin
16:28 Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin
16:06 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin
15:44 Li Colemêrgê tundiya li dijî bijîşk
15:39 Rapora gundê Çamiliyê: Divê bikaranîna çekan a bêpîvan bê lêkolînkirin
15:16 Doza îşkenceya li zarok hatiye kirin sibe tê lidarxistin
15:02 Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Divê em li dijî êrişan xwedî helwest bin
14:31 Akin: Li Meletiyê jiyana gel di xetereyê de ye
14:27 Bavê wî anîbûn ber avahiya HDP’ê: Hat îdiakirin ku Elîçumuş ê HPG’î jiyana xwe ji dest da
14:26 Di doza Malbata Dedeogûllari de daxwaza parêzeran hate redkirin
14:18 Doza hevşaredariyê: Dadgehekê biryara beraetê û ya din jî ceza da
14:17 Hat îdiakirin ku di bombebarana li gundê Banayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:43 Li Rihayê tundiya li dijî tenduristvanan: Kesên tevdîran nagirin berpirsyar in
13:41 Şaredariya Erxeniyê dê li Mala Mamosteyan firaqxaneyê çêbike
13:14 Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin