Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin

  • rojane
  • 23:25 18 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê têkoşîna li dijî terorê asteng dike. Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê jî bang kir.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serî de dewleta tirk, hêzên dijber piştî di pêkanîna armanca xwe ya têkbirina îradeya gel de bi bin ketin, berê xwe dan hedefkirina herêmên bi balafirên bê mirov ên bi çek û hate gotin: "Hin caran jî bi hincetên derew û bi rêya derxistina fitneyan, dixwazin yekitiya gelê me û pêkvejiyana wan ji hev bixin."
 
Rêveberiya Xweser  daxuyand ku armanca van hêzan ew e ku nakokiyên mezhebî pêş bixin û got: "Beşdarbûna Tirkiye û aliyên dîtir di bûyerên vê dawiyê yên li Dêrazorê rû dan de û bûyerên beriya vê yên li herêmên din qewimî bûn, îsbata vê yekê ye. Hêzên dijber armanc dikin ku pêngavên gelê me yê ji bo pêşxistina rêveberiya xwe asteng bike. Di heman demê de armanc dikin ku pêşî li têkoşîna domdar a hêzên me yên leşkerî û ewlehiyê ya li dijî terorê bigirin."
 
Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi êrişên duh hate kirin û ev tişt hat gotin: "Duh li ser rêya Amûdî- Qamişloyê, di heman rojê de li Şengalê erebe kirin hedef, beriya wê li Minbicê jî heman êriş pêk anîn. Di encamê de têkoşerên dijî terorê û tundrawiyê şehîd bûn. Ev hemû îsbat in ku Tirkiye dixwaze hincetan ji binkeftina xwe ya li herêmê re bibîn, nemaze ku armancên wê yên taybet ên li dijî herêmên me û li dijî projeya gelê me pêk nehatin."
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê û gelê wê bi tundî şermezar kir û wiha pê de çû: "Di serî de hêzên dijî terorê yên li bi hevkariya gelê me têkoşînê dikin, em bang li civaka navneteweyî dikin ku  bikevin tevgerê û gavên cidî û aktîf biavêjin, divê rê li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê bê girtin. Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser herêmên me aşkera têkoşîna dijî terorê asteng dike. Em diyar dikin ku ev êrişên tirsonek me ji xeta têkoşînê û xebata ji bo pêkanîna hêvî û mafên gelê me dûr naxwe, ji ber ku em hêz ji îrade û îsrara gelê xwe digirin."
 
Rêveberiya Xweser di dawiyê de ji malbatên şehîdan sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.
 
 

Sernavên din

22/09/2023
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye
09:03 'Nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin'
09:03 Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin
16:28 Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin
16:06 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin
15:44 Li Colemêrgê tundiya li dijî bijîşk
15:39 Rapora gundê Çamiliyê: Divê bikaranîna çekan a bêpîvan bê lêkolînkirin
15:16 Doza îşkenceya li zarok hatiye kirin sibe tê lidarxistin
15:02 Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Divê em li dijî êrişan xwedî helwest bin
14:31 Akin: Li Meletiyê jiyana gel di xetereyê de ye
14:27 Bavê wî anîbûn ber avahiya HDP’ê: Hat îdiakirin ku Elîçumuş ê HPG’î jiyana xwe ji dest da
14:26 Di doza Malbata Dedeogûllari de daxwaza parêzeran hate redkirin
14:18 Doza hevşaredariyê: Dadgehekê biryara beraetê û ya din jî ceza da
14:17 Hat îdiakirin ku di bombebarana li gundê Banayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:43 Li Rihayê tundiya li dijî tenduristvanan: Kesên tevdîran nagirin berpirsyar in
13:41 Şaredariya Erxeniyê dê li Mala Mamosteyan firaqxaneyê çêbike
13:14 Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin