Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye

  • rojane
  • 10:57 18 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Serokên partiyên Kurdistanî bertek nîşanî êrişên li ser başûrê Kurdistanê dan û destnîşan kirin ku ji bo kurdan tişta herî pêwîst yekitiya neteweyî ye. 
 
Li Rojhilata Navîn û taybetî jî li Kurdistanê ev bi salan e şereke dijwar diqewime. Her ku diçe polîtîkayên şer kûrtir dibe. Bi sedema van şeran û polîtîkayên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi dewletên herêmê re dimeşîne, di navbera kurdan de jî rê li ber xetereya şerê birakujiyê vedike. Liv û tevgera PDK’ê ya li dijî hêzên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji hêla gel ve dibe sedema nerazîbûnê û gel bertek nîşan didin. Tevgera PDK'ê di nava kurdan de bû sedema fikaran û Serokên partiyên Kurdistanî jî bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku her du alî jî bi rêya diyalogê meseleyên xwe çareser bikin. 
 
‘TEHEMULA GELÊ KURD JI PEVÇÛNEKE NÛ RE NÎN E’
 
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç destnîşan kir ku mijara sereke ya nerazîbûnê ew e ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê êrişan pêk tîne. Kamaç anî ziman ku ya herî girîng jî ew e ku hêzên kurd li hev biçin û şerekî navxweyî derbikeve. Kamaç da zanîn ku li dijî şereke navxweyî yê muhtemel ew dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got: “Divê baş bê fêm kirin, Kurdistan weke bedenekê ye. Desteke an jî pêyekê wê nebe, ew beden seqet dibe. Ev beden bi saxlemî û bi hev re yek tişt e. Ji ber vê yekê em hişyariyê her tim didin, em ji hêzên PDK’ê re jî dibêjin, divê li hemberî destkeftiyên kurdan tu hewl û seknên we tunebin. Di heman demê de em bang li hemû hêzên kurdan dikin, hewlên ku zerarê didin destkeftî û siberoja kurdan dûr bisekinin. Tehemula gelê kurd ji pevçûneke nû re tune ye. Ji ber vê yekê em hişyariya xwe dikin û sekna xwe jî zelal nîşan didin.  Hemû perçeyên Kurdistanê weke hev in û divê em bi hev re ji bo siberoja kurdan bixebitin. Sekn û siyaseta xwe divê em ji bo destkeftî û siberoja kurdan bidin nîşandan." 
 
‘FERSENDÊ NEDIN DAGIRKERAN’
 
Kamaç diyar kir ku şert û mercên her parçeyên Kurdistanê ji hev cuda ne û lewma têkiliyên wê yên cîhan, dewlet û rêxistinên herêmê re jî cuda ne. Kamaç anî ziman ku xala girîng ew e ku dewletên axa Kurdistanê dagir kirine, dixwazin bi nakokiyên di navbera kurdan de ji xwe re derfetan derbixin û wiha berdewam kir: “Divê kurd van nakokiyên di navbera xwe de teqez çareser bike. Heke ev nakokî çarerser nebin, hemû alî dê van nakokiyan ji bo xwe bikar  bîne û her wiha dê van nakokiyan jî di navbera kurdan de kûr bikin. Heke rêveberiya başûrê Kurdistanê têkiliyên xwe bi dewletên herêmê re deyne jî, bila ev têkilî zerarê nede destkeftiyên kurdan, yan jî hêzên kurdan. Ji ber vê yekê jî sekna xwe zelal deynin. Bila kurd nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin, fersendê nedin dagirkerên herêmî û bila bi siyaseta têkiliyan kurd bi hev neçin.”
 
‘YEKITIYA DI NAVBERA KURDAN DE PÊWÎST E’
 
Kamaç da zanîn ku ew niha di sedsala Lozanê de derbas dibin, yanî sed sal beriya niha hem kurd hem jî Kurdistan hatine dabeşkirin. Kamaç bi lêv kir ku divê kurd ji bo têkilî, hêz, destkeftiyên xwe aktorên navneteweyî û herêmî wisa mecbûr bike ku Lozan bê xerakirin, Lozaneke nû bê avakirin. Kamaç bi domdarî wiha got: “Ji ber vê yekê jî yekitiya di navbera kurdan de pêwist e. Li çar çarpeyên Kurdistanê û dîasporayê jî siyaseteke stratejîk û sîstematîk, hedef û armancekê deynin pêşiya xwe û li gor vê armancê tevbigerin. Heke em van rê û rêbazan ava nekin, mixabin em ê vê sedsalê jî weke ya çûyî êş, elem û tiştên xerab di nav xwe de bipejirînin. Ji bo ku ev sedsal ji bo kurdan bibe sedsala serkeftinê, em bang li hemû partî, hêz û rêxistinên kurdan dikin, em dibêjin ku yekitiya xwe ava bikin, em bi hev re tevbigerin û bedeneke yek parçe ji bo siberojê ava bikin.”
 
‘DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDAYÊ DE PIRSGIRÊKÊN MEZIN HENE’
 
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel behsa serdana xwe ya li başûrê Kurdistanê kir û da zanîn ku li başûrê Kurdistanê piştî referandûma 2017’yan Îran, Tirkiye û Bexda bi hev re bi ser kurdan ve tên. Bozyel anî ziman ku roj bi roj destkeftiyên kurdan ji destê wan distînin û Kerkûk, herêma Mexmûr ku cihê niqaşê ye ji destê kurdan derket. Bozyel diyar kir ku ev çend sal in jî Bexda paya kurdan ya budçeyê nade û dixwazin kurdan bi birçîbûnê terbiye bikin û wiha got: “Niha di nava rêveberiyên Hewêr û Bexdayê de problemên mezin hene. Weke em dizanin Îran jî ji bo destkeftiyên kurdan ji destê kurdan biçe, zêdetirî piştgiriya Bexdayê dike. Ji ber ku hikûmeta Bexda hikûmeta Şiî ye û bi sedî sed di bin kontrola Îranê de ye. Hema hema em dikarin bibêjin ku Îran, Bexdayê bi destê xwe îdare dike. Ji ber vê yekê zextan zêdetir li ser herêma Kurdistanê dikin. Lê hewldanên hikûmeta Hewlêrê yên ji bo safîkirina probleman bi Bexdayê re berdewam in. Ji aliyê din ve jî Emerîka naxwaze destkeftiyên kurdan tev winda bibe û ew jî dixwazin meseleya Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê safî bikin.”
 
‘DIXWAZIN KURDISTANÊ BÊÎSTÎKRAR BIKIN’
 
Bozyel bal kişand ser êrişên Tirkiyeye yên li dijî başûrê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Êrişên dewleta Tirkiyeyê ev bû çend sal berdewam e. Niha 58 baregehên Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê hene. Bi qenaeta me, Tirkiye PKK’ê, Îran jî Hizba Demokrat a Kurdistanê bahane dike ku esas li wir dixwazin Kurdistanê bêîstîkrar bikin. Li gel vê yekê ew rêxistin jî hedefên wan in. Lê problemên PKK û PDK’ê qasî ku ez dibînim, cihê metirsiyê nîne. Nakokî hene di nava wan de, di nava PDK û YNK’ê de jî hene, lê ev bû çend sal ev yek negihiştiye asta şer û wê negihije asta şer jî. Em hêvî dikin ku ew van meseleyan di nava xwe de bêyî ku rojeva kurdan dagir bikin, safî bikin. Ji ber ku em îro Lozanê nîqaş dikin û em dibêjin ku sed sal berê em nebûbûn dewlet jî sedema wê bêtifaqî bû. Yanî qet nebe divê sed sal paşî em ji van tecrubeyan ders werbigirin û ji bo ku ev sedsala borî dubare nebe, em bikaribin siyasetekî muşterek, neteweyî û gorî vê dema cîhanê bişopînin. Yanî ez bixwe di vê meseleyê de xweşbîrim. Ev meseleyên di nava partiyan de dikare bi diyalogê bê safîkirin. Ew şert û mercên ku bibin şer tune ye û tu partî jî tiştekî wisa nagire berçav.”
 
‘MIFTEYA AZADIYÊ TIFAQBÛYÎN E’
 
Bozyel bi bîr xist ku faktora ku ew sedsal berê nebûne dewlet, tunebûna yekitiyekî neteweyî bû. Bozyel diyar kir ku îro jî nifteya azadiyê ji bo kurdan tifaqekî berfireh û neteweyî ye û wiha axivî: “Helbet tenê bi tifaqeke neteweyî nabe, divê şert û mercên cîhanê jî guncav bin, divê dîplomasiyekî baş bimeşînin, divê em ji bo kurdan dostan zêde bikin. Lê divê ewil em hebin, em li qadê bin, em yek deng, yek helwest bin ku muxatabên me dixwazî bila dewletên dagirker bin, dixwazî bila dewletên hêzên mezin bin me micid û muxatab bigirin ku ev mesele safî bibe. Tabî her tişt di rojekê de safî nabe, lê kurd kurdên sedsal berê, kurdên pêncî sal berê jî nîn in. Îro gelek tecrubeyê kurdan heye û destkeftiyên wan hene. Weke nimune li Îraqê statuyeke federe heye, Rojava ber bi xweseriyê ve diçe û kurd bi hemû giraniya xwe ve di rojeva cîhan û Tirkiyeyê de ne. Divê em aliyê pozîtîf mêze bikin û ez bawer dikim ku dê ber bi başiyê ve biçe.”
 
‘DIJMINÊN KURDAN HER TIM DIXWAZIN KURD HEV DÛ BIKUJIN’
 
Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetûllah Aşitî jî bertek nîşanî muhtemeliya şerek birakujiyê da û da zanîn ku ne tenê îro di dîrokê de jî her tim dijminên kurdan dixwestin kurdan berdin hev û xwe bi xwe hev dû bikujin, birakujî di navbera wan de çêbibe. Aşitî destnîşan kir ku divê her dû aliyên kurdan PKK jî PDK jî neyên van lîstikan û wiha got: “Ji xwe derdê dijmin ew e ku kurd bera xwe bidin hev dû. Kûrmê darê ne ji darê be dar hişk nabe. Divê em van gotinan êdî terk bikin û ji dîrokê derbixin. Ji bo ku Kurdistana serbixwe nîne, hemû alî û siyaseta kudan her yekî girêdayî dewleteke herêmê ve ye. Vana ji hevalbendên xwe bidin zanîn û fêm kirin ku ‘ez ji xwe derbas dibim lê ez birakujiyê nakim, ez fitne û fesadiyê naxime nava biratiyê de’. Tiştê herî muhîm ev e.”
 
‘DIVÊ KURD BÊN SER MASEYÊ’
 
Aşitî anî ziman ku armanca wan tifaqeke neteweyî bê avakirin e û tifaqa neteweyî jî di nava hemû parçeyên Kurdistanê de divê bê avakirin. Aşitî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Vê armanc û hedefê me dest bi xebatê kiriye û ka dê xebata me bigihije kî derê, ew ê dem ji me re bide fêmkirin. Îro tu ji kîjan kurdî bipirsî dibê ne bi yeketiyê be, ne bi neteweyî be xelasbûn çênabe. Divê hemû partî û saziyên kurdan xetên xwe yên sor deynin aliyekî û bên ser masê û li ser masê jî bi hev re xeteke neteweyî derxin holê.”
 
MA / Bazîd Evren - Mujdat Can 
 

Sernavên din

23/09/2023
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû