Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin

  • rojane
  • 10:35 18 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Rojnamevanên ku hêjayî xelatên 30’yemîn a Pêşbirka Rojnamevaniyê ya Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Anter hatin dîtin eşkere bûn. Di beşa nûçeyên tirkî de edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hêjayî xelatê ya yekemîn hat dîtin. 
 
Pêşbirka xelatên Rojnamevaniya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ya 30’yemîn hatin diyarkirin. Ev pêşbirk ango xelat diyarî bîranîna Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên li ser wezîfeya xwe şehîd bûne, tên kirin. Xelat ango pêşbazî ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê birêvebirin. Pêşbirk ji beşên wek “Nûçeyên  Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Nûçe Wêne)”, “Karîkatur” û “Nûçegihaniya  Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî di nav de ji pênc beşan pêk tê û rojnamevan û kesên beşdarî pêşbirkê bûn ên bûn yekemîn navê wan hat eşkerekirin. Gelek kesan serî li pêşbirkê dane. Wê xelat roja 22’yê îlonê saet di 19.30’an de li Daîreya Mehrbirînê ya Kadikoyê bi merasîmekê bidin xwediyên wan. 
 
XELATA BEŞA TIRKÎ DAN EDÎTORÊ MA’YÊ GOK Ê GIRTΠ
 
Di beşa tirkî de Faruk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahat Dogan, Mehmet Alî Çelebî jûrî bûn. Di beşa beşa nûçeyên tirkî de edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok ê girtî hêjayî xelata yekemîn hat dîtin. Nûçeya Abdurrahman Gok a ku piştî serhildana “Jin jiyan azadî” dest pê kir û çû rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi sernavê “Ez li Rojhilat û Îranê me: Hêviya Îranek nû (“Rojhilat ve İran’dayım: Yeni bir İran umudu)” hat xelatkirin. 
 
XELATÊN TAYBET ÊN JÛRIYÊ 
 
Nûçeya “Piştî Şirnexê Sêrt: Li ser daxwaza leşkeran di şeş mehan de herî kêm qada 60 kîlometre ya daristanê hat tunekirin (Şırnak’tan sonra Siirt: Jandrama’nın talebiyle altı ayda en az 60 kilometrekarelik ormanlık alan yok edildi)” ya Metîn Yoksu ku di Yeşîl Gazete de hat weşandin û nûçeya “Li Yataganê li ser sûc: Şirket biryara ku darazê ji bo madene daye ji nedîtî ve tê (Yatağan’da suç üstü: Şirket, maden için verilen yargı kararını görmezden geliyor)” a Dîlan Pamûk ku di Yeşîl Gazete de hat weşandin, nûçeya “Xelkê jehrî kirin e (Halkı zehîrlemişler)” a Îsmaîl Ari ku di rojnameya BîrGunê de hat weşandin, hêjayî Xelata Taybet a Jûriyê hat dîtin. Her sê nûçe jî li ser talankirina xwezayê ne.
 
ROJNAMEVANIYA ABDURRAHMAN GOK HAT PÎROZKIRIN 
 
Jûriya beşa tirkî li ser nûçeyan nirxandinek berfireh dît û jûriyê dest nîşan kir ku nûçeya Abdurrahman Gok ferqek mezin da nîşandan û wek xebatek hêja ya rojnaemvaniyê hat pênasekirin. Jûriyê bal kişand ser rojnamevaniya Abdurrahman Gok û hat diyarkirin ku ew ji ber nûçe, wêne û dîmenên belav kiriye niha di girtîgehê de dîl girtî ye. Jûriyê got wan bi pirdengiyê xelat dane Abdurrahman Gok. 
 
Di dema krîzê de yek ji saziyên herî girîng Kizilay bû û diviya biketa dewrê. Lê belê derket holê bê ka çiqas xerab tê birêvebirin. Em bi nûçeya Îsmaîl Ari xeletiyên di organîzasyonên alîkariyê de piştî erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan hîn bûn. Em ji wî hîn bûn ku Kizilay di mijara alîkariya bi mexdûrên erdhejê re dereng ma ye, kon firotine û Serokê Kizilayê ji dehan deveran mûçe wergirtiye. Yek ji skandalên din ên em hîn bûn jî ew bû ku di nava ava madenê ya Kizilayê de rêjeyeke zêde ya arsenîkê heye ku gefeke mezin li tenduristiyê dixwe. Ji ber vê rewşa gefeke mezin li tenduristiya giştî dixwe, Kizilay neçar ma ku daxuyaniyê bide. Derheqê nûçeyê de jî lêpirsîn hate desptêkirin. Hem di çarçoveya tenduristiya gel de hem jî saziyeke mîna Kizilayê ku giraniyeke wê ya cemaweriyê heye, di pêvajoya erdhejê de derket holê bê ka çiqas dejenere bûye. Her wiha weke şopandina fîkrî nûçeya rawestandina hilberînê ya li wê tesîsa hilberandinê jî kir nûçe. Mijareke ku bandorê li derdoreke berfireh a raya giştî dike bû û li welateke mîna Tirkiyeyê ku terora xurekê lê zêde ye ev nûçe hêjayî xelatê hatiye dîtin. Di vê çarçoveyê de em balê dikişînin ser rojnamegeriya rexneyî û serbixwe ya piştî erdhejê; bandora wê ya mezin a li ser agahdarkirina gel û girîngiya teqîba fikrî ya di nava bêderfetiyan de. Metîn Yoksu û Dîlan Pamuk; yek ji wan karesata ekolojîk a li Mezopotamyayê ya din jî ya li Egeyê raxist ber çavan lewma hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hatine dîtin. 
 
Birîna daran û firotina wan a li bajarên kurdan bi destê leşker-cerdevanan vê tê kirin, talankirina daristanan, texrîbata li ekolojiyê tê kirin di medyaya navendî de cih negirt. Lewma jî nûçeya Metîn Yoksu ya di Rojnameya Yeşîlê de hatiye weşandin nûçeyeke gelek hêja ye. Kedeke mezin da ye, çûye dîtiye, ji saziyên têkildar pirsiyaye û nûçe wisa amade kiriye. Nûçe, bi taybet jî pratîka ku hema hema li rojava qet derneketiye holê, bi belgeyên fermî derdixe holê ku dar bi hinceta “ewlehiyê” tên birîn. Ne tenê xwe dispêre belgeyên ji çavkaniyan hatine bidestxistin, di heman demê de li herêmê dîmen kişandiye, bi şahidan re axivî ye û nûçeya xwe xurt kiriye. Ev nûçeye ne tenê texrîbata ekolojîk a li Sêrtê bi hinceta ewlehiyê tê kirin, balê dikişîne ser polîtîkayên sîstematîk ên salên dirêje li herêmê tên meşandin. Dîlan Pamuk, belge kir ku qada komirê ya aydê şîrketa Hilberandina Enerjiya Termîk a Yataganê ya li navçeya Yatagan a Mûglayê tevî biryara “sekinandina birêvebirinê” jî xebatên madenvaniyê yên binerdê tên domandin. Çû wir û dîmenên tunêlan kişand. Bi raporan derxist holê ku ev santral li ser tenduristiya gel gefeke. Nûçeya ku têkoşîna ekolojiya girêdayî mafên mirovan, mafên hawirdorê û mafên sewalan yekser eleqeya xwe heye tevî biryarên darazê jî tune tên hesibandin. Lewma hêjayî xelatê hate dîtin. 
 
XELATA ROJNAMEGERIYA JINÊ YA GURBETTELÎ ERSOZ
 
Juriya Rojnamegeriya Jin ku ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz de tê lidarxistin Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, Arjîn Dîlek Oncel û Safiye Alagaş hebûn. Juriyê, rojnameger Nazîla Maroufîan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiribû hatibû girtin hêjayî xelatê dît. Maroufîan, îdiaya rejîma Îranê ku digot Jîna Emînî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye vala derxist û rastiya wê bi raya giştî re parve kir. 
 
Nazîla Maroufîan
 
XELATA NÛÇEYA KURDÎ
 
Juriya Beşa Nûçeyên Kurdî jî Sûna Tunç, Hatîce Kamer, Rizoyê Xerzî, Remezan Olçen û Leyla Ayaz bûn. Juriyê, nûçeya rojnameger Ferîd Demîr a bi sernavê “Fermandarê rêxistina Ahrur’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” ku di bîanetê de hatibû weşandin hêjayî xelatê dît. 
 
XELATA WÊNEYÊ 
 
Di juriya beşa wêneyan de Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Mûrat Baykara, Bêrîtan Canozer û Çetîn Altûn hebûn. Juriyê, wêneyê Ardil Batmaz ê bi navê “Destê dewletê (Devletin Eli)” hêjayî xelatê dît. Juriya wêneyan di heman demê de Sedat Sûna û Efekan Akyuz jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît. 
 
Ardil Batmaz - Deste dewlete
 
XELATA KARÎKATÛRAN
 
Juriya beşa karîkatûran jî Mûrap Îpek, Mûsa Keklîk û Aşkin Ayrancioglû bûn. Juriyê, karîkatûra Erhan Yaşar Babalik hêjayî xelatê dît. Juriya karîkatûrê di heman demê de Muammer Kotbaş jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.
 
Erhan Yaşar Babalik - Kayyum
 
XELATA RÛMETÊ DAN MEBYA-DER’Ê
 
Komeleya Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) ji ber xebatên xwe yên ji bo kesên ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin, hêjayî Xelata Rûmetê hate dîtin. 
 
 

Sernavên din

23/09/2023
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû