HDP’ê tasfiye bike, MHP’ya duyem îkame bike!

  • rojane
  • 09:22 25 Nîsan 2018
  • |
img
ENQERE – Piştî CHP’ê 15 parlementerên xwe transferî Partiya ÎYÎ’yê kirin, di Meclîsê de koma Partiya ÎYÎ’yê jî çêbû. Ev yek bi xwe re diyar kir ku di meclîsê de êdî du partiyên li ser xeta MHP’ê hene. Her wiha partiya 3’yemîn a meclîsê HDP jî, bi konsensusa CHP, MHP û AKP’ê hêdî hêdî ji meclîsê tê tasfiyekirin. 
 
Piştî biryara hilbijartina pêşwext hat wergirtin, di siyaseta Tirkiyeyê de bi lez û bez kevir cihê xwe dibînin. Îtifaq, têkilî û xetên siyasî yên li ser vî asasî her diçe diyarker dibin. Partiya ÎYÎ’yê ku kesên ji MHP’ê veqetiyan û di bin banê serokatiya Meral Akşenerê de ew ava kirin, piştî CHP’ê 15 parlementer dan wê êdî di Meclîsê de koma xwe ava kir. 
 
DI MECLÎSÊ DE DU MHP HENE 
 
Bi vî awayî di Meclîsê de koma du partiyên ku li ser xeta MHP’ê hene. Ji van partiyan yek jê îktîdar destekê dide ya din jî muxalefeta sereke destekê dide. Ev herdu partî ji bo HDP’ya ku muxalefeta kurd û tevgera sosyalist a Tirkiyeyê di bin banê xwe de dihebîne dibêjin “em wê flû dibînin” û wê tune dihesibînin û dixwazin di Meclîsê de cihê siyaseteke wisa tune be. Bi qasî Devlet Bahçelî, kesên mîna Umît Ozdag jî û parlementerên Partiya ÎYÎ’yê daxuyandibûn ku “Divê di Meclîsê de cihê terorîstan tune be.” 
 
Hem îktîdar hem jî muxalefet hewl dide ku HDP’ê ji siyaseta Tirkiyeyê tasfiye bikin. Di 7’ê Hezîranê de partiya îktîdarê ji bo HDP di bin bendavê de bimîne, çi ji destê wê hatibû kiribû. Her wiha CHP jî di nav de partiyên muxalif ji bo hilbijêr dengan nedin HDP’ê digotin “HDP û AKP li ser xweseriyê li hev kirin. Eger têkevin meclîsê dê rê li ber serokatiyê vebikin.” Lê belê tevî van astengiyan hemûyan jî, HDP di 7’ê Hezîranê de ji sedî 13.1 deng û di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî ji sedî 10.5 deng wergirtin. Lê belê niha jî hewl didin ku bi riya darazê HDP’ê ji meclîsê tasfiye bikin. 
 
PÊVAJOYA TASFIYEKIRINA HDP’Ê 
 
Piştî Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan xist rojevê, di 20’ê Gulana 2016’an de destendayîn hatin rakirin û ev yek gava ewil a şênber a vê pêvajoyê bû. Ev gav bi helwesta hevpar a AKP, CHP û MHP’ê hat avêtin. Piştî destnedayîn hatin rakirin di 4’ê Mijdara 2016’an de li hemberî parlementerên HDP’ê operasyonên girtin û binçavkirinê dest pê kirin. Heta niha gelek parlementerên HDP’ê hatine girtin. HDP’ê di 7’ê Hezîranê de 80 parlementer xistibûn meclîsê û di 1’ê Mijdarê de jî 59 parlementer. Lê belê bi van operasyonên navborî, hejmara parlementerên HDP’ê daket 48’an. Parlementeriya 11 parlementerên HDP’ê hat betalkirin. Dibe ku parlementeriya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê serdema din Selahattîn Demîrtaş, parlementerê HDP’ê Îdrîs Balûken, Gulser Yildirim, Abdûllah Zeydan, Çaglar Demîrel, Bûrcû Çelîk bê betalkirin û bi vî awayî dibe ku hejmara parlementerên HDP’ê û MHP’ê bibin yek. 
 
HDP’Ê BIŞÎNE MHP’YEK DIN BÎNE ŞÛNA WÊ! 
 
Ev nêzîkatiya siyasî ku hewl dide hêdî hêdî HDP’ê tasfiye bike, li şûna vê yekê bi dabeşkirina MHP’ê ew zêdetir kir. Herî dawî CHP got ‘em li gor demokrasiyê tev digerin’ û destek da Partiya ÎYÎ’yê û hişt ku di Meclîsê de koma xwe ava bike. Bi vî awayî diyar bû ku di Meclîsê de du komên partiyên li ser xeta MHP’ê hene. Ev rewş careke din nîşan da ku, di rewşên krîtîk de partiyên siyasî yên Tirkiyeyê li hemberî kurdan wekî marîpişta sereke ya xeta MHP’ê tev digerin û HDP’ê wekî tehdît û talûke dibînin. 
 
MA / Kenan Kirkaya

Sernavên din

26/04/2018
12:22 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê cara 14’emîn hat taloqkirin
12:12 Turkyilmaz: Xaza Tirkiye ji sedî 99.5 girêdayî derve ye
11:43 Bîlgen: Di tûra duyemîn de, dê destê me xurtir bibe
11:23 Şêxmaqsud ji bo çareseriya Sûriyeyê mînake
11:17 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 750 serlêdan kirin
11:06 Dadgehê daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut red kir
10:47 Doza Kemal Kurkut dest pê kir
10:06 Nûnerên saziyên Dersimê: Divê muxalefet di bloka demokrasiyê de hev bigire
09:55 Texsîvanên Amedê ji ber zema benzîn û mazotê taksîmetre girtin
09:31 Şirnexiyan bersiva gotina ‘ji sedî 99.9’an da: Li benda 24’ê Hezîranê bin
09:30 'Di zagonên xwezaye de qedexe tune ye'
09:30 Erdogmuş: Ger muxalefet namzetekî baş nîşan bide dê di tûra ewil de bi ser bikeve
09:29 Şaredarî ji bo deynê xwe parkê difiroşe
09:28 Bi KHK’ê ji kar avêtin, niha jî ji bo hilbijartinê dixwazin ji bo wan bixebite
09:28 Lêgerîna tazî li Hevşaredara Pasûrê ferz kirin
09:27 Derhêner Çakiral: Em jiyanek hevpar ava nekin emê tune bibin
09:26 Di serdema AKP’ê de 14 hezar jin hatin kuştin
09:25 Civaknas Bariş: Bi nijadperestiyê tirk derxistin ezmanan
09:25 Jan û êşa jinan kir pirtûk
09:24 HDP: Em ê di çarçoveya daxwazên gel de bi xebitin
09:23 35 salî fêr bû 25 sal in hoste ye
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2018'AN
08:46 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut îro ye
08:30 Li 12 rojnamegeran 62 sal û 11 meh ceza birîn
25/04/2018
18:26 Rojnameger Alayumat nehat berdan
16:18 Di danişîna rojnameger Alayumat de hempîşeyê wî şahidî kir
15:54 Hewldana 78'an ji bo Can 78 daxwazname şandin
14:46 Ji bo parêzerê Ocalan ê got ‘Rêberê Gelê Kurd’ doz hat vekirin
14:39 Doza Nûnerê Cizîrê yê TÎHV'ê ji nûve hat dîtin
14:17 Keskîn: Binçavkirinan ramanên me yên derbarê komkujiyê de nedan jibîr kirin
13:45 'Xeyal Parîs, rastî Sûriye'
12:34 Li Amedê banga mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
12:31 Di HDP’ê de trafîqa hilbijartinê
12:11 Li Wêranşarê ji ber tora civakî 5 kes hatin girtin
12:10 Tirkiye di nava 180 welatan de li pişt 157 welatan e
11:55 Dr. Pekoz: Dê şer li Efrîn, Idlib û El Babê dijwar bibe
11:51 ÎHD’ê xwest Ceylan ê nexweş bê berdan
11:48 Esnafên bazarê: Tu tehma kar nemaye
11:29 Li sêgoşeya Lîcê, Pasûr û Dara Yêne operasyona leşkerî
11:19 Temellî berî hilbijartinê dê Rihayê ziyaret bike
11:03 Mijara şevbihêrkê ‘Teşî’ û ‘Rêwî’ bûn
11:01 Der barê nûçegihanê 1HaberVar de doz vebû
11:00 Miftiyê Silopiyê der barê melayan de îfadeyên sosret da
10:08 Toguç: Yekîtiya neteweyî meseleyek di ser partiyan re ye
09:57 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut sibê ye
09:28 Bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn
09:27 Gundê hevpar ê kurd û ermeniyan: Guzereşê
09:26 Bernameya Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney diyar bû
09:24 ‘Divê artêşa betalan di 1’ê Gulanê de dakeve qadê’
09:24 Ev jî komira hilbijartina zordest e!
09:23 Pêşangeha ‘Xeyal nayên girtin’ li Enqereyê tê pêşandan
09:22 Înîsyatîfa Dijî Rewşa Awarte: Tu ewlehiya hilbijartinê tune ye, lê dê îktîdar winda bike
09:22 HDP’ê tasfiye bike, MHP’ya duyem îkame bike!
09:21 'Bi riya sînemayê em dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê’
09:20 Dîrokzan Hur: Ev ne ‘pêşwext’ û ‘zordest’ e, xespkirina hilbijartinê ye
09:19 Karneya AKP’ê ya 16 salan
09:18 Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê: Zarokan dikin amûra mîlîtarîzmê
09:18 Ji ber lêpirsîna berî 20 salan a qediyayê ji kar avêtin
09:17 Dayik: Kurê min ji gorê derxistin birin ku?
09:16 Navçeyên Wanê ji bo hilbijartinê amade ne
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2018'AN
24/04/2018
17:57 Serlêdana parêzerên Ocalan a 749'emîn jî hat redkirin
16:57 Wekîla HDP'ê beşdarî dadgehê nebû
15:59 Li Qoserê di xebata kolandinê de hestiyên mirovan hatin dîtin
15:51 Li ser cenazeyan şopên şewatê hene
15:00 HDP: Em şîn û êşên 103 salan parve dikin
14:56 Temellî: Em ê bi namzetê xwe û namzetê Tirkiyeyê bikevin hilbijartinê
14:30 Jina ku polîsan bi maşîneya zirxî ew birîndar kir baş dibe
14:29 Polîsan destûr nedan belavokên 1'ê Gulanê belav bikin
14:08 ‘Ji bo jin bi hev re bijîn, divê bikevin nava tevgerê’
13:54 Xwendekarê kurd li Zanîngeha Uludagê rastî êrîşê hat
13:47 Ji Konseya Ewropa peyama ‘hilbijartinê taloq bikin’
13:40 'Gel dê bersiva pêwîst bide'
13:38 Polîsan bîranîna Qirkirina Ermeniyan asteng kir
12:51 HDK: 1'ê Gulanê dê rewşa têkoşîna hilbijartinê diyar bike
12:41 Buldan ji bo mamoste Ayşe name şand
12:25 Buldan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi ‘tifaqa jinan’ heye
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan belav dibe
12:01 Zarok û nevî jî rastî komkujiya hemdem hatin
11:41 Hevalên karkerên qirîza dil derbas kir: Em ê bersivê di 24 Hezîranê de bidin
11:30 Li Besta û Katoyê pevçûn: Leşkerek mir
11:29 Parêzerên Ocalan cara 749’mîn serî li dozgeriyê dan
11:08 KCD: Feraseta Îttîhat û Terrakî bi destê AKP-MHP'ê didome
11:00 Qileban: Ji ber lêçûnên şer û OHAL’ê aborî xerab dibe
10:53 Dîroknas Mehmet Bayrak: Ji her demê bêtir kurd nêzî hev bûne
10:43 Dozger banga ji bo Şex Saît ‘propaganda rêxistinê' qebûl kir
10:41 Aytemur a HDP’î: Berî her tiştî dê jin bersiva baş bidin AKP’ê
10:00 Kanî: Kurdistanê çirûsk e û hêj diçirûse
09:21 Çêkirina înşeata qonaxa ku avaniya dîrokî ya Midyadê xirab dike temam bû
09:20 Ribês li ser dezgehan e û dermanê nexweşînan e
09:19 Pir û rê li wan qedexe kirin, vegeriyan gund
09:19 Danişîna duyem a rojnamevan Alayumat sibê ye
09:18 Pêkhateyên Memleket Bizizê hewl didin dakevin kuçeyan
09:17 Hevdîtinên ji bo namzetê hevpar didomin
09:17 HDK: Mifteya qezenckirina hilbijartinê beşdarbûyîn e
09:15 Jinan got: Em ê ji bo keda xwe li qadên 1'ê Gulanê bin
09:14 Piştî têkoşîna 6 salan Îspat kir ku ne henek e
09:13 Îdiaya 'di dest wî de çek hebû' jî derew derket
09:12 Îdareya girtîgehê fotokopiyên nûçeyan ên ji Turfent re hatin şandin desteser kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2018'AN