ENQERE - Çalakya "Em karê xwe dixwazin" 337 roj e dewam dike, di çalakiya îro de polîsan dîsa êrîşî berxwedêran kir, 3 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
Akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi Biryara di Hukmê Qanûnî (KHK) ji kar hatin avêtin, çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'an de ye. Gulmen ji beşa lezgîn a Nexweşxaneya Numuneyê hat girtin, çalakiya greva birçîbûnê li koxûşa lê dimîne dewam dike.
Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a ji hêla kesên piştgiriyê didin Gulmen û Ozakça ve tê dewam kirin, 337 roj e dewam dike û her roj dibe hedefa polîsan. Girseya li Kuçeya Konurê li hev kom bûn, xwestin daxuyanyê bidin, polîsan êrîşê girseyê kir 3 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.