MÊRDÎN - Rewşa Suphiye Yakut a 50’î salî ku polîsan li Kerboranê bi maşîneya zirxê lê qeliband û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êliyê baş dibe.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê di 22’yê Nîsanê de polîsan bi maşîneya zirxî li jina 50 salî Suphiye Yakut qeliband û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Dermankirina Yakut a li nexweşxanê berdewam dike. Yakut a gûzika lingê wê yê çepî eciqî, emeliyat bû. Yakut a taloka jiyanê derbas kir, hîna tê dermankirin.
Xizmên Yakut, diyar kirin ku piştî hin lêkolînin bên kirin, dê Yakut ji nexweşxanê derbixin.