ENQERE - Polîsan karker û karmendên ku li kolanên Enqere belavokên 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê belav kirin asteng kir û destûr nedan belavokan belav bikin.
Hevparên Komîteyea Amadekar a 1'ê Gulanê ku ji Endam û rêveberên DÎSK, KESK TTB û TMMOB'ê pêk tên, xwestin li Qada Ulus ya Enqereyê belavokên 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê belav bikin. Li ser navê Platforma Şaxan a KESK'ê Sultan Saygin, beriya belavokan daxuyanî da û wiha got: "Piştî îktîdara siyasî bi OHAL'ê polîtîkayên xwe yên dostên sermayedaran ku Tirkiye dixe nava tariyê, dixin meriyetê. Em roj bi roj bêtir dikevin nava fitloneka xizanî, bê ewlehî û aloziyê. Êdî mîsogeriya kadro û debarê tune ye. Em ketine sînorê birçibûnê. Em ber bi perê sefaletê ve diçin. Bi KHK'yan êdî qanûn tê tunekirin. Bi sucdariya nijad, ol, mezhep û cudakariyên siyasî, karker û kedkariyê tên perçekirin. Bi OHAL'ê ewlehiya kar tê tunekirin.
Tundiya li dijî jinê zêde dibe. Tacîz û tecawiz zêde dibe. Îstîsmara zarokan zêde dibe. Mirov ji ber fikrên xwe yên di medya civakî de parve dikin rastî cezayan tên. Zextên liser zarok û jinan zêde dibin. Ji ber vê yekê em bang li hemû karker û karmendan ên mafên wan tên binêkirin li qada Tandoganê tev li mîtînga 1'ê Gulanê bibin."
Girseyê piştî daxuyaniyê xwestin belavokên 1'ê Gulanê belav bikin. Lê polîsan mudaxale kir û destûr nedan ku belavokên 1'ê Gulanê belav bikin. Polîsan bi hinceta destûra walî tune destûr nedan ku belavokan belav bikin.