BÛRSA – Xwendekarê Zanîngeha Uludagê yê kurd M.C. rastî êrîşa nijadperet hat. Di êrîşê ku çenga M.C. şikest de hat diyar kirin ku Dekanê BESYO Prof. Dr. Cenk Aydin dixwaze ser bûyerê bigire.
Li Fakulteya Zanistiyên Sporê yê Zanîngeha Uludagê ya Bûrsayê (BESYO) xwendekarê pola 4’an M.C., duh saet di 20.30'an de li mala xwe ya Gorukle rastî êrîşa komek nijadperest hat. Di êrîşê de M.C. yê kurd çenga wî şikest û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Uludagê. Hevalê M.C. ku ji ber ewlehiya wî tune nexwest navê xwe bide diyar kir ku M.C. rastî êdîşa 15 kesan hatiye û M.C. ji navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ye. Şahid, da zanîn ku tevî ku kesên derdorê dît M.C. rastî êrîşa 15 kesan hatiye jî mudaxale nekirine. şahid, anî ziman ku êrîşên li zanîngeha Uludagê êdî ketiye halê rûtîn. Hat diyar kirin ku Dekanê BESYO Prof. Dr. Cenk Aydin jî tevî vê rastiyê bêdeng maye û dixwaze ser bûyerê veşêre. Di 16'ê Adarê de 2 xwendekarên kurd dîsa rastî êrîşa komek nijadperest hatibû.
Li gorî gotina xwendekaran di sala 2018'an de 8 êriş li dijî xwendekaren kurd pêk hatin.