STENBOL – Polîsan bîranîna Qirkirina Ermeniyan a ku ÎHD’ê xwest li dar bixe asteng kir.
Komîsyona li Dijî Cudakarî û Nijadperestiyê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê xwet ji bo 103’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan li ber Muzeya Sultanahmedê daxuyaniya çapameniyê li dar bixe. Lê polîsan daxuyaniyê asteng kir. Polîsan bi hinceta di metna daxuyaniyê de têgehên “qirkirin” û “komkujî” hene destûr neda û dest danî ser pankartan.
Polîsan nasnameya hemû beşdarvanên daxuyaniyê û rojnamegeran kontrol kir.
KESKÎN: CARA YEKEMÎN REWŞEK WIHA DERXISTIN
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Parêzer Eren Keskîn bertek nîşanî astengiyê da û dixwazin qeyd û bendan li azadiya raman û îfadeyê bidin û got: “Heke ew peyv nîn bin tu dayîna maneya daxuyaniyê jî nîne. Par û pêrar jî OHAL hebû. Ji sala 2015’an vir ve yekemîn car em bi rewşek wiha re hevrû dimînin.”
‘KUŞTINA DAYIKA MIN NE QIRKIRIN BE LÊ ÇI YE’
Keça Marîtza Kuçuk a li Samatyayê kuştin Bayzar Kuçuk jî wiha bertek nîşan da: “Dayika min kuştin û tazî kirin. Heke ev ne qirkirin be lê çi ye? Çima destûrê nadin.”
HEYETA BIYANÎ HELWESTA POLÎSAN ŞERMEZAR KIR
Heyetek ji bo beşdarî daxuyaniyê bibe ku ji derveyî welat hatibû got ku ji ber helwesta polîsan dê daxuyaniyê nedin.
Kom pişt re derbasî avahiya ÎHD’ê bû û dê li vir daxuyaniyê bide.