Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê

img
ŞIRNEX - Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir, di serdana malbata Înan de axivî û got: “Li dijî van polîtîkayan, vê dijminatiyê bi her awayî berxwedan rewa ye. Divê ku em van kirinan bikin sedemê qiyametê.”
 
Kincên şewitî û perçe bûyî yên keça dayika Taybet Înan, Heznî Înan a ku di dema qedexeyên derketina derva ya Cizîrê de di jêrzemînan de hate qetilkirin, piştî 8 salan radestî malbata wê hatin kirin. Şandeya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenterê Êlîhê Keskîn Bayindir, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, aktivîstên TJA’yê, Rêxistinên Partiya Çepên Kesk ê navend û navçeyên Şirnexê, Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê di nav de serdana malbata Înan kir. 
 
‘EM KURD IN, EV DER JÎ KURDISTAN E’ 
 
Di serdanê de Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê bi van polîtîkayan dixwaze ku nirxên gelê kurd ji holê rabike û wiha axivî: “Ev êş û kesera me dê bibe azadiya gelê me. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya faşîzan bingeha çareseriya di sala 2015’an de bi tanqan, bi topan bi neyartî xerab kir û belav kir. Ev dewlete ji sala 2015’an û vir ve li dijî nirxên gelê kurd polîtîkayên xwe dide meşandin. Îro jî cenazeyên me, hestiyên me bi kargoyan, di poşet, torbe û zerfan de ji me re dişîne. Dixwaze ku bi nirxên re bilîze. Dixwaze hêvî û baweriya me ya li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd ji holê rake û tune bike. Lê ew dizanin em weke gelê kurd, gelê Botanê serî natewînin. Ev qad nebûye qada zilmê. Em dibêjin em kurd in, ev der Kurdistan e. Me weke gelê kurd serî netewandiye, me çok nedaniye û em ê nedanîn.”
 
‘WEKE GIRANIYA CÛDÎ EM Ê XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERBIKEVIN’ 
 
Bayindir, di berdewama axaftina xwe de got ku ev politikaya desthilatê sedemê bilindkirina tekoşînê ye û wiha got: “Bi kargoyê, bi zerfan şandina hestiyên me, nirxên me erzaniya dewleta Tirkiyeyê û desthilata AKP’ê û MHP’ê nîşan dide. Lê em ê weke giraniya Çiyayê Cûdî em ê xwedî li nirxên xwe derbikevin, em ê şopdarên heqîqeta wan bin. Dixwazin bi van kirinan hêviya me bişkînin. Lê bila bizanibin ku em ê hêvî û baweriya wan bilind bikin.  Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me ku em xewn û xeyalên wan pêk bînin. Me tu carî li dijî vê zilmê serî netewand û ji îro şûnde jî em ê netewînin. Bila ev ji me re nebe sedemê şikestina hêvî û baweriyê. Em ê van êşên xwe veguherînin azadiyê. Bi neyartiya gelê kurd tu desthilat negihiştiye selametiyê. Ji îro şûnde jî nagihije encamê.”
 
‘DORPÊÇKİRİNA ÎMRALIYÊ DORPÊÇKİRİNA AZADIYÊ YE’ 
 
Keskîn Bayindir, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û got ku çareserî Îmraliyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwaze ku kesek behsa pirsgirêka kurd neke.  Em ê daxwaza xwe ya azadiyê bilind bikin, em ê rêya çareseriya pirsgirêka kurd nişan bidin. Ji sala 2015-2018’an heta niha li dijî Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Dorpêçkirina Îmraliyê dorbêçkirina çareseriyê ye, azadiyê ye. Heta ku em vê dorpêçê neşkînin dê ev zilm bidome. Em dizanin zilm giran e. Lêbelê li çar parçeyan gelê kurd li ber xwe dide. Em ê xwedî li ziman, çand û welatê xwe derbikevin. Em êdî ji vê bêehleqiyê re, vê sûcê mirovahiyê re ji vir dibêjin êdî bes e. Bi van kirinan dixwazin polîtîkayên xwe yên li dijî mirovahiyê rewa bikin. Li hemberî van polîtîkayan vê dijminatiyê bi her awayî berxwedan rewa ye. Divê ku em van kirinan bikin sedemê qiyametê. Em ê pêşî li vê zilmê bigirin.” 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/09/2023
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin
18:59 2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:54 Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin
16:47 Li Wanê du kes hatin binçavkirin
16:45 Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin
16:22 Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
16:05 44 roj in heman bersivê didin Malbata Şenyaşar: Wezîr nîne!
15:28 Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin
15:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
14:17 Onder ji şandeya Doza Kobanê re got: Hûn nikarin min bidarizînin
14:11 ‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’
12:44 Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e
12:07 Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat
11:52 Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin
10:49 Konferansa jinan dest pê kir: Dem dema mezinkirina têkoşîna serdema nû ye
10:31 ‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’
10:27 Qala Yilmaz Guney kir: Huner bi daxwazên gel re kir yek
09:38 Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin
09:22 Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
09:09 Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye
09:05 Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin
13:02 Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin
13:01 Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî
12:01 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:53 Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike
11:45 Li Erzînganê girtî bêbêhn tên hiştin!
10:08 Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin
09:05 Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be
09:04 ‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin'
09:02 Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin
09:01 Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye'
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN
06/09/2023
23:41 Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk'
22:39 Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan didome
20:52 Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin
20:35 Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye
19:13 Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû
18:59 Rewşa dawî ya lehiyê: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye
17:49 Hevşaredarên Panosê hatin berdan
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin
13:07 Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn
13:06 ‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’
11:40 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan
11:02 Li Amedê jinek birîndar bû
10:40 Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin