NAVENDA NÛÇAYAN - Li gelek bajarên Ewropayê li dijî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ber avahiyên CPT û Konseya Awropayê (KA) çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Bi heman awayî li gelek navendên Ewropayê starta çalakiya greva birçîbûnê tên dayîn.
Li bajarê Strasbourga Swîsreyê li dijî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin. Çalakî li ber avahiyên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CHP) û Konseya Ewropa (KA) pêk hat. Li ser banga Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) di 23’yê Nîsaê de li gel bajarên Ewropyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê hat kirin. Nûnerên saziyên Kurdan, siyasetmedar, hevşaredar, ronakbîr, hunermed û hin nûnerên saziyên Ewropî yên welatên Ewropayê beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî dê 5 rojan berdewam bike. Parlamenterên HDP’ê Tugba Hezer, Faysal Sariyildiz, Partiya Çep a Kesk û nûnerên gelê Sûryanî piştgirî dan çalakiyê. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç li ser navê kesên beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn axivî û wiha got: “Ligel saziyên Kurdan ên Ewropayê, ji komele, sazî, federasyon û partiyên Tirkiyeyê jî gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.”
LI 4 WELATÊN ELMANYAYÊ ÇALAKI DEST PÊKIR
Di çarçoveya kampanyeya “Ji Ocalan re azadî” li bajarên Koln, Hannover, Bremen û Berlînê yên Elmanayê jî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kirin.
LI MARSÎLYAYÊ JÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî, ji bo sê rojan greva birçîbûnê li Qada Vîeux Porl dest pê kir. Ji Marsîlya, Marîgnane, Draguîgnane û Montpellierê jî tevlîbûn çêbû. Qada çalakiyê bi posterê Ocalan û pankarta “Ji Ocalan re azadî” hat xemilandin.