HELEB - Zarok û neviyên ermenî yên pêşiyên wan di sala 1915’an de rastî êrîş û komkujiyên Osmaniyan hatin û koçî Helebê kirin, niha ew jî rastî êrîşên komên selefî yên li nava Sûriye tên. Ermeniyên ku berî şer nifûsa wan 50 hezar bûn, niha tenê 15 hezar mane.
Hikûmeta Osmanî ya di kontorla Cemîyeta Îttihat û Terakkî (ÎTC) de bû, bi "Zagona Tehcîr" di 24'ê Nîsana 1915'an de li dijî ermeniyan komkujî pêk anî. Di ser komkujiya li dijî ermeniyan re 103 sal derbas bûn. Ermeniyên ku wê demê nifûsa wan 1,5 milyon bû, di 1915'an de hat xwestin ku bi awayekî fîzîkî wan tune bikin. Komkujiya li dijî ermeniyan heta 1916'an berdewam kir. Piştî zagona Tehcîr 664 hezar mirov ên ermenî hatin qetilkirin. Yên man jî kom bi kom, koçi Sûriye, Iraq û welatên der û dorê kirin. Li gorî lêkolînan di encama komkujiyê de 1,2 milyon ermenî hatin qetilkirin. Yên man jî li welatên cuda bi cih bûn û têkoşîna hebûnê didin. Yên ji komkujiyê rizgar bûn vê komkujiyê wekî Medz Yeghern (Cînayeta mezin" ango Aghet (Afet) pênase dikin.
Ermeniyên li Dîlok, Riha, Mêrdîn, Hatay û Amedê, piştî komkujiyê gelek ji wan koçî bajarê Hebelê yê Sûriye kirin. Ermeniyên koç kirin piraniya wan li taxa Şêxmaqsud ku piranî kurd lê dijîn bi cih bûn. Beşek ji wan jî li taxên Meydana û Suleymaniye ku wekî herêma Rejîmê tê nasîn bi cih bûn.
Ermeniyên ji komkujiyê xelas bûn nêzî 50 hezar li Helebê bi cih bûn. Piştî hêjmara Ereb, Kurd, Turkmen û Suryaniyan herî zêde Ermenî li vir bûn. Lê pişti şerê li Sûriye û Helebê pêş ket niha tenê 15 hezar mane. Yên koç kirin çûn li Lubnan, Yemen, Urdun û welatên Ewropa bi cih bûn.
Ermeniyên li Helebê mane, di 103'emin salvegera komkujiyê de li Helebê ketin ber objektifên wênekêşa Ajansa Mezopotamya.
BI WÊNEYAN ERMENIYÊN HELEBÊ
* Li Helebê herî zêde ermeniyên ji Dîlok, Riha, Hatay, Kîlîs, Amed, Mêrdîn û Mereşê koç bûn hatin li vir bi cih bûn. Kesên li Helebê bi cih bûne wekî 'zarok û neviyên kal û pîrên ji ser axa xwe hatin koçkirin' pênase dikin.
* Li Helebê 4 dêrên aydî ermeniyan hene. Navê dêra li taxa Şêxmaqsudê li ser deriyê dêrê bi Ermenîkî hatiye nivîsandin. Dêra ku rastî êrîşê hatiye tabelaya li ser derî şikestiye.
* Dêrên ermenî û suryaniyan ji ber şer hatine wêrankirin û Yek ji navendên herî zêde şopa şer li ser wan xuya dibe ne. Komên selefî ev dêr şewitandine. Hin dêr jî tev şelihandine û dizî kirine.
* Li herêmê Şêxmaqsudê li karkeriî û malan mimariya ermeniyan xwe dide der. Ji derî û şibakeyan heta dîwaran bi her awayî şop û mîmariya ermeniyan xwe nîşan dide. Piştî şer hêza rejîmê û komên selefiyan herî zêde êrîşî van war û malan kiriye. Li vir xuya dibe ku Ermenî dubare rastî êrîşa komkujiyê hatine.
* Li Helebê goristana herî mezin a Xiristiyanan, li Rojava û Bakurê Helebê ye. Li van goristanan herî zêde welatiyên Suryanî û Ermenî hatine defin kirin. Wekî sînorê di navbera hêzên rejîmê û YPG/YPJ'ê tê nasîn.
* Hin ermeniyên li herêma Şêxmaqsudê bi cih bûbûn, tevî kurd û ereban li dijî hêza rejîmê û li diî komên selefî li ber xwe dane. Kurd, ermenî û ereban bi hevre dêrên xwe parastine.
* Hin Ermeniyên piştî şerê navxweyî yê nêzî 6 salan ji Şêxmaqsudê koç kirin, disa vegeriyane malên xwe. Ermeniyên ku dîsa vegeriyane malên xwe dest bi avakirin û restorasyona malên xwe kirine.
* Ermenî û suryaniyên ku li vir mane, hunerên destan ên wekî nalbendî û hesinkariyê berdewam dikin. Ji ber şer hêjmara nalbend û hesinkaran gelek kêm bûye.
MA / Nazim Daştan