ŞIRNEX – Li herêma Besta û Kato yên Şirnexê bi beşdariya gelek leşker û cerdevanan operasyona leşkerî ya hatibû destpêkirin didome. Li Bestayê di teqîna qewimî de leşkerek jiyana xwe ji dest da.
Li çoltera herêma Besta ya bi ser Şirnexê ve duh bi beşdariya gelek leşker û cerdevanan operasyona laşkerî hatibû destpêkirin. Îro li herêma operasyonê teqîn rû da û hat zanîn di teqînê de herî kêm leşkerekî jiyana xwe ji dest dan. Li herêmê operasyona leşkerî ya bi piştevaniya hewayî didome.
LI HÊRÊMA GOTIBÛN ‘PAQIJ BÛYE’ OPERASYON PÊK TÊ
Operayasyona leşkerî ya 3 roj berê li herêma Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê ku bi beşdariya gelek leşker û cerdevanan ve hatibû destpêkirin jî didome. Par bi mehan operasyon li heman herêmê dewam kiribû û rayedarên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) daxuyandibû ku herêm ‘hatiye paqijkirin.” Li gel vê daxuyaniya hatibû dayîn jî balkêş e li heman herêmê dîsa operasyona leşkerî pêk tê.