AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî 103'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan daxuyanî da û komkuiya li ser gelê Ermenî pêk hat bi tundî şermezar kir. KCD'ê da zanîn ku feraseta îttîhat û Terakkî bi destê AKP-MHP'ê berdewam dike.
Komîsyona Gel û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 103'emîn salvegera 24'ê Nîsana 1915'an ku li dijî Ermeniyan komkujî pêk hat daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Polîtîkayên pişaftin û qirkirinê ya li hemberî gelên Anatolya û Mezopotamyayê li ser navê Tirkîtiyê bi hişmendiya yek dewlet, yek gel, yek ziman ji hêla Cemiyeta Îttihat û Terakkî ve hatiye destpêkirin, di roja me de bê navber didome û tê domandin. Kurd, Ermen, Suryan, Êzidî, Çekes û gelek netew û baweriyên din bi qirkirinan re rû bi rû man. Di nava van qirkirinan de ya herî mezin û texrîbatên wê zêde bûn, bêguman Komkujiya Ermeniyan a di 1915’an de pêk hat. Di vê qirkirinê de derdora milyon û nîvek ermen hatin qetilkirin. Ew qas jê jî ji cih û waren xwe hatin derxistin. Bi vê re dînamîka civakî ya ku di encama hezaran salan derketibû holê, hat tunekirin.
FERASETA LI DIJÎ GELÊ ERMENÎ LI DIJÎ GELÊ KURD JÎ TÊ MEŞANDIN
Di ser qirkirin û trajediya mirovahiya li ser ermaniyan hat meşandin 103 sal derbas bûn Ligel daxwaz, bendewarî û di heman demê de bangewaziyên raya navneteweyî û wijdana mirovahiyê jî dewleta TC’ê bi vê pekanîna dijmirovahî û qirêjiyê rû bi rû nehatiye û berovajî vê yekê serî li înkarkirinê daye. Di encama vê feraseta înkarkirinê de polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê ermenî hat meşandin, li ser gelê kurd jî tê meşandin.
HEMAN POLÎTÎKA BI DESTÊ AKP-MHP'Ê NÛJEN DIBE
Polîtîkayên qirker, komkujî û nîjadî yên Îttihat û Terakkî, îro bi destê AKP’a ku bûye MHP ve tê nûjenkirin û li Sûr, Cizîr, Silopî, Gever, Nisêbîn, Kerboran û li gelek bajarên din ên Kurdistanê hat meşandin. Gelê kurd bi qirkirin û wêraniyeke mezin re rû bi rû ma. Îktîdara AKP-MHP’ê herî dawî çeteyên mîna DAIŞ’ê danî kêleka û êrîşî bajarê ku li Sûriyeyê herî aram bû, bajarê aştiyê û cihê ku gel xwe bi xwe bi rêve dibir Efrînê kirin. Dagirkirina Efrînê nûjenkirina ev polîtîkayên qirkirinê ye. Ev polîtîka û pêkanîn, berxwedan û vîna gelê me ya bi salane ji bo azadiyê derxistiye holê, tune nekiriye. Ev yek di tecrubeyên berê de bi awayekî eşkere derketiye holê.
EM KOMKUJIYÊ BI TUNDÎ NALET DIKIN
Di çarçoveya van nirxandinan de; em qirkirina di 1915’an de ya bi taybetî li ser gelê ermenî û bi giştî li ser hemû gelên Mezopotamya û Anatolyayê hat meşandin bi tundî lanet dikin. Em bang li dewlet û hikûmeta AKP’ê dikin ku bi paşeroja xwe re rû bi rû were û dev ji pêkanînên û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelan dimeşîne berde. Destnîşan dikin ku êşa hemû gelê ermenî û yên diyasporayê parve dikin. Em di wê baweriyê dene ku bi tevkarî û têkoşîna hevpar a gelan em ê siberoja xwe azad bikin."