ENQERE – Lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak diyar kir ku AKP bi kirinên xwe yên salên dawî û tifaqa bi MHP’ê re rûyê xwe yê rastî derxist holê û got: “Ji ber vê yekê dê hilbijêrên kurd jê veqetin. Kurdan êdî baş AKP nas kir. Civaka kurd ji her demê bêtir nêzî hev bûye.”
Tifaqa AKP û MHP’ê biryara hilbijartina zordest da û carek din qadên siyasetê germ kir û hevrikî danî holê. CHP dixwaze bi Partiya ÎYÎ û Saadet re li hev bike. Gelek derdor jî hemfikirin ku hilbijêrên kurd dê çarenûsa hilbijartinê diyar bikin. Tê gotin ku ji ber polîtîkayên AKP’ê hilbijêrên kurd ên li gel AKP’ê jî xeyîdî ne. Lêkolînerê dîrok û çanda kurd Mehmet Bayrak der barê hilbijartinê de axivî û diyar kir ku kurd carek din di pozîsyona dê çarenûsa hilbijartinê diyar bikin de ne.
'ÊDÎ KURD AKPÊ NAS DIKIN’
Bayrak destnîşan kir ku AKP îmaja xwe di serdema referandûma Başûrê Kurdistanê de daye nîşandan û got: “Civaka kurd ji her demê bêtir nêzî hev bûye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û her devera kurd lê dijîn, kurd li hember hev bêtir ketin merhaheleyek hestiyar. Dema mijar dibin kurd hat dîtin ku dewletên serdest çawa tifaqa xwe kirin yek. Ev berê jî hebû. Em serdema Osmaniyan deynin aliyekî, ji 1925’an vir ve dewletên serdest çawa bûn yek em dizanin. Lê ev di bîra civakê de hatibû jibîrkirin.
Geşedanên dawî yên li Efrîn û Kerkûkê ev bîra civakê carek din zindî bû. Ji ber kurdan van geşedanan dît, dê di hilbijartinan de jî helwesta xwe baş deynin holê. Partiya desthilatdar bi piranî îslamiyetê derdixist pêş. Lê piştî AKP, MHP’ê bi xwe re kir yek, civaka kurd dît ku ev yek Tirk-Îslam e. Ji be vê yekê kurdên li bakur, dê teqez vê yekê di hilbijartinan de binirxînin.”
'HILBIJÊRIN KURD ÊN NAV AKP’Ê DÊ VEGERIN NAVA HDP’Ê’
Bayrak, diyar kir ku potansiyela dengan ên partiyan diyar e û wiha dewam kir: “Partiyên din ên muxalefetê dê muxalefetiyek çawa bileyîzîn gelek girîng e. Partiyên Îyî û Saadet bi dengên xwe derdikevin pêş. Pêdivî jî bi dengên wan hene. Lê partiya herî girîng li gel zext û êrîşan jî HDP ye. HDP li cihek girîng e. Ji ber geşedanên çend salên dawî dê civaka kurd hin bêtir li gel HDP’ê cih bigirin. Civaka kurd a oldar jî ji be ku rûyê rastî yê AKP’ê dît, bêtir wê berê xwe bide nav HDP’ê. Her ku diçe kurd ji AKP’ê vediqetin û berê xwe didin nav HDP’ê. Çunkî sedemê vê yekê jî ew e ku AKP bi MHP’ê re tifaq çêkir û kurd ji vê aciz in.”
‘DI EFRÎNÊ DE BI SER NEKETIN’
Bayrak bal kişand ser geşedanên Efrînê û got: “Polîtîkaya AKP’ê ya li Efrînê têk çû yanî bi ser neket. Ev têkçûn jî xwe di aboriyê de jî da der. Ji ber ku her diçe rewşa aborî têk diçe, neçar man ku hilbijartina zordest bînin rojevê. Tekane riya rizgariya Tirkiyeyê di demokratîbûnê de ye.”
MA / Kenan Kirkaya