AMED – Dozgerê Amedê der barê Berpirsiyarê Karên Siyasî yê Tevgera Azadî Prz. Sidki Zilan de ji ber parvekirinên medyaya civakî 2 doz vekirin û nivîsên der barê Efrînê û banga ji bo bîranina Şex Saît û pêxemberan wekî “Pesndayîna PKK û KCK’ê" qebûl kir û heta 12 salan ceza dixwaze.
Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Berpirsiyarê Karên Siyasî yê Tevgera Azadî Prz. Sidki Zilan de ji ber parvekirinên medyaya civakî doz vekir. Dozger nivîsên der barê Efrîn, Kerkûk, banga ji bo bîranina Şex Saît û pêxemberan wekî “Pesndayîna PKK û KCK’ê" qebûl kir û bi daxwaza heta 12 salan ceza îdîaname amade kir. Prz. Sidki Zîlan di 21'ê Çile de hatibû binçavkirin û di 23'ê Çile de li Edliyeya Amedê bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Dozger der barê Zilan de 2 îdîanameyên cuda amade kir. Îdîaname li 5'emîn û 9’emîn Dadgehên cezayên Giran ên Amedê hatin qebûlkirin. 2 caran bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" û “Gel teşwîkî kîn û dijminantiyê kiriye" ji 2 salan heta 12 salan ceza dixwazin.
DOZGER ŞIBANDINA EFRÎNÊ YA GAZZEYÊ SÛC DÎT
Dozger di îdîanameya ku ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûl kirin şibandina Efrînê ya wekî Gazzeyê sûc dît. Dozger, ji ber Zîlan di parvekirinên medya civakî de operasyona TSK’ê ya li dijî Efrinê rexne kiriye, sûc dît û ji ber 7 parvekirên medya civakî ji salekê heta 7 salan ceza xwest.
GOTINA ‘ÎSLAM OLÊ AŞTIYÊ YE' DE WEKÎ ‘PROPAGANDA YPG'Ê' PÊNASE KIR
Dozger di îdîanameyê de parvekirina Zîlan a wekî sûc qebûl kir wiha ye: “Kesên xwe ji xwedê kiribin, dixwazin têkiliya Efrinê ji cîhanê qut bikin. Ev duyemîn bûyera Gazze ye. Ji bo Gazze hemû cîhan giriya, lê ji bo Efrinê tenê kurd digirîn. RT, ji ber YPG’ê hewl dide Rojava û Efrinê dagir bike, TR, aşkere derewan dike. Me derewa wî ya li dijî Barzanî ku li Kerkukê îxanet kir, dît. Rîcayek me ji gelê Efrinê heye ku li ber xwe bidin. Li dijî dagirkerî û tecawizê li ber xwe bidin. Ev mafekî gerdûnî û îlahî ye. Ey gelê Tirkye hikûmetê hişyar bikin. Hemû cûreyên dagirkeriyê xerab e. Îslam olê aştiyê ye. Misilman di nava xwe de pirsgirêkan bi aştiyê çareser dikin. Parastina rewa caîz, êrîş dijrewa ye. Ger ku nasnameya bîrdozî ya YPG’ê dikin sedema Êrîşa Efrîne, wê demê hûn nasnameya TR’ ya kemalîst çawa dibînin ey misilmano."
Di îdîanameya ku ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat qebûl kirin de jî, der barê Prz. Zîlan de parvekirinên wî yên civakî ku ji bo pirsgirêkên siyasî û rojane yên kurdan pêşniyarên çareseriyê kirine wekî sûc hat dîtin. Xwendina fatîhayê ya ji bo Şêx Said, daxwaza dûrketina kurdan a ji tundiyê, parvekirinên ji bo mitînga HUDA-PAR a ji bo Kudusê wekî sûc dît.
Dozên der barê Zîlan de hatin vekirin dê di 9'ê Gulanê û 5'ê Hezîranê de bên dîtin.
MA / Deniz Tekin