EDENE- Dê nûçegîhanê dihaber'ê ku bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayûmat ku di 27'ê Tîrmeha 2017'an de bi hinceta nûçeyên li ser sînor dişopandin hat girtin, cara duyem di 25'ê Nîsanê de derkeve pêşberî dadwer. Parêzer Tûgay Bek, têkildarî dozê got perçeyeke ji çewisandinên li hemberî çapemeniya azad e.
Dê nûçegîhanên dihaber'ê ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat girtî û Nûrî Akmanê ku bi awayekî negirtî tên darizandin ku di 13'ê Tîrmeha 2017'an de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê hatin binçavkirin, di 25'ê Nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Hatayê car duyem derkevin pêşberî dadwer.
Bi tawanbariya "Bi awayekî sîxurî peydakirina agihiyên dewletê yên nepen" û "endamtiya rêxistinê" herkê 45 sal ceza ji bo wan tê xwestin.
PARÊZER BEK: FEALIYETÊN ROJNAMEVANIYÊ HATIN DARIZANDIN
Parêzerê Alayûmat Parêzer Tûgay Bek, diyar kir ku îdianame li ser fealiyetên rojnamevaniyê, wêne û nivîsên Alayumat hatiye amadekirin. Bek, bi lêv kir ku îdiayên di îdianameyê de cih digirin hemû fealiyetê rojnamevaniyê ne û di danişînê de fealiyetên rojnamevaniyê hatine darizandin. Bek diyar kir ku ev doz perçeyeke ji çewisandina îktîdarê ya li dijî çapemeniya muxalif e.