ENQERE- Yek ji vexwînerê înîsyatîfa Memleket Biziz ku hewl dide tevî Meclîsên Azadiyê dakeve kuçeyan Velî Saçilik got: "Zilamek derketiye dibêje 'Welat ez im.' Em jî dibêjin ku, wekî gelan Memleket Bizîz (Welat Em in)."
Li dijî rewşa neyînî ya Tirkiyeyê ku ji gelek derdoran vexwîner di nav înîsyatîfa 'Memleket Bizîz (Welat Em in)' cih digirin, piştî hevdîtina xwe ya "Azadiyê" ya li Enqereyê danezana xwe ya encamiyî daxuyandin. Armanca Memleket Bîzzîê ew ku xeyrî rewatiya îktîdara heyî teşhîr bike û yekzilamiyê rawestîne.
Yek ji îmzekerê înîsyatîfê Velî saçilik, behsa avakirina înîsyatîfê kir.
Saçilik bi lêv kir ku Memleket Bîzîz wekî "rêxistineke sivîl a berxwedanê" pênase kir û got: "Em ji vê yekê re dibêjin Hevdîtina Azadiyê. Me xwest em li cihekî ku karibin bangî mirovên li qadên sivîl û civakê bikin bisekinin. Dema em dakevin kuçeyan em ê hemû bi hev re stranên azadiyê bistrên. Em ê bi hevdu re bitêkoşin. Em doza azadiya parlementerên girtî, doza azadiya karker û akademîsyenan bikin. Yanî dê herkes li qada xwe azadiyê birêxistin bike. Armanca me ew e ku em azadiyê bikin vegotina giştî ya civakê."
‘WÊ TEVÎ MECLÎSÊN AZADIYÊ DAKEVE KUÇEYAN'
Saçilik diyar kir ku ew ê di pêş de 'Meclîsên Azadiyê' jî ava bikin û paşê bi dirûşmeya 'Ne Dîktatorî, Em Azadiyê Dixwazin' dakevin kuçeyan. Saçilik got: "Armanca me ew e ku em mutabaqateke ku êşa Dayika Taybetê û dayika Berkîn Elvan bigihînin hevdu."
Saçilik destnîşan kir ku ji bo ew li qada civakiyî liv û tevgerekê peyda bikin û xwe bigihînin derdorên nerêxistinkirî û qada rêxistinbûyînê pêş ve bixin dadikevin qadê û got: "Em dikarin liv û tevgerê li qada civakiyî peyda bikin. Em dizanin êrîşên tên kirin çi ne. Em dizanin ku girtina şaxên Malên Gel, girtina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, desteserkirina matbaayê, girtina xebatên wê berhemên kîjan êrîşê ne. Tenê armanceke me hemûyan heye. Em ê jî li dijî van kesên tenê armanceke wan heye bibin yek wucûd û ji bo rêxistinbûyîna nerêxistinkiriyan dakevin qadan."
Saçilik, bi lêv kir ew ê li dijî dîktatoriyê bitêkoşin û got: "Zilamek derketiye dibêje 'Welat ez im.' Em jî dibêjin ku, wekî gelan Memleket Bizîz (Welat Em in)."
MA / Selman Guzelyuz