ENQERE- Ji xeynî HDP'ê, partiyên din ji bo hilbijartina serokomariyê li namezetekî hevpar digerin. Bi kesên ku navê wan ji bo namzetiya hevpar derbas dibin gelek hevdîtin hatine çêkirin. Yek ji van kesan jî Abdullatîf Şener e.
Ji xeynî HDP'ê, liv û tevgera ji bo namzetên hevpar ên partiyên din didome. Eger namzetekî hevpar neyê dîtin dê her partî bi namzetê xwe têkeve hilbijartinê û tê gotin wê di tûra duyemîn de namzetê kîjan partiya muxalîf zêde deng wergirtibin, dê ji aliyê partiyên muxalif ên din jî bê destekirin. Nemaze jî CHP û hin partiyên muxalif di nav xwe de li ser hin navan gelek hevdîtin çêkirine. Di îstişareyên ku bi Partiya ÎYÎ'yê û Partiya Saadetê re hatin çêkirin navê Serokomarê berê Abdullah Gul û Alîgirê Serokwezîr ê berê Abdullatîf Şener derdikevin pêş.
PÊWENDÎ BI GUL Û ŞENER RE HATIN DAYÎN
Di ser Partiya Saadetê re bi Abdullah Gul re pêwendî hat dayîn û CHP jî bi riya hin qenalên alternatîf heta niha çend caran bi Abdullatîf Şener re hevdîtin çêkirine. Ji ber ku Abdullah Gul li hemberî Erdogan bi helwesteke bizdonekî tev digere û ji muxalefetkirinê xwe dûr dixe, nêrîna "Eger dê namzet ji kesekî ji xeta AKP'ê be, nexwe bila ew kes Abdullatîf Şener be" di CHP'ê de bêtir xwe dide der. Di hevdîtinên bi Şener re hatin kirin de, Şener baş nêzî vê pêşniyazê dibe.
WÊ DI NAV VÊ HEFTEYÊ DE DIYAR BIBE KA NAMZET HEVPAR E YA NA
Lê belê ji ber partiyên siyasî namzetên nêzî xwe nîşan dan, partiyên din jî namzetên xwe xistin rojevê û ev hevdîtin bi encam nebûn. Ji ber vê namzetên derî partiyên muxalefetê derketin pêş. Li gor agahiyên bi dest ketin, wê CHP vê hefteyê di civîna xwe ya bi serokên bajaran de vê helwesta xwe zelal bike. Hin namzet diyar dikin ku CHP ji xeynî namzetê xwe bêtir nêzî namzetiya Şener e. Hat diyarkirin ku Şenerê ku tev li kongreya ÎYÎ Partiyê bû û di demên dawî de peyamên baş dide hilbijêrên kurd, bêtir derdikeve pêş û wê derdorên din jî destekê bidinê.
HDP DÊ BI NAMZETÊ XWE TÊKEVE HILBIJARTINÊ
Her wiha bi riya hin qenalan bi HDP'ê re hevdîtin hatin çêkirin û ji HDP'ê hat xwestin ku daxilî vê pêvajoya namzetiya hevpar bibe. Lê belê hat diyarkirin ku HDP diyar kiriye ku ew ê nebe perçeyekî vê pêvajoya ku ew ne di nav de ye û ew ê bi namzetê xwe tev li hilbihartina serokomariyê bibe.
MA / Kenan Kirkaya