STENBOL - Endamên MYK'ê yên HDK'ê diyar kirin ku pirsgirêkên aborî û civakiyî panîk û tirsek li hikûmeta AKP'ê peyda kirine û gotin: "Mifteya serketina hilbijartinê beşdarbûyîn e. Em ê tim morî bin."
Endamên Desteya Rêveber a Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) biryara hilbijartina zordest ku îtifaqa AKP-MHP'ê da nirxandin û bi lêv kirin ku berî ku krîza aborî bê hikûmet mecbûr maye hilbijartinê çêbike.
Endamê Meclîsa Giştî ya HDK'ê ya Îzmîrê Erol Çirak diyar kir ku polîtîkayên derve û hundur ên hikûmeta AKP'ê rûxiyane û got: "Beriya niha bi sal û nîvekê AKP'ê ji bo bertekên 'pêdiviya vî welatî bi hilbijartinê heye' digot 'dê hilbijartin di wextê xwe de bê kirin. Ne mimkun e ku hilbijartin pêk bê.' Lê belê rastiya ku daneyên aborî derxist holê, hilbijartineke zordest ferz kir. Ji bo krîz aborî derbas bike wekî din tu rê nedîtin. Nêzî 6 meh berê ji bo krediyê peyda bikin bankeyên xwe şandin IMF'ê. Dixwest heta 2019'an bajone. Lê belê pevçûna bi YE'yê re, xespkirina maf û azadiyên mirovan, dewamkirina Rewşa Awarte, dema ev hemû bi daneyên aborî re dibin yek derket holê ku nikarin welat bi rê ve bibin. AKP'ya ku ji ber bi tena serê xwe îktîdar bû xwe qure dikir, berê xwe da koalîsyonê. Çimkî pirsgirêkên aborî û civakiyî di hilbijêrên AKP'ê de jî xwe dan der. Ev yek tirs û panîkeke mezin afirand."
‘MIFTEYA VÎ KARÎ BEŞDARBÛYÎN E'
Çirak diyar kir ku bêyî muxalefet firsenda rêxistinbûyînê bibîne AKP xwest bi hilbijartina zordest temenê îktîdara xwe dirêj bike û got: "Lê belê tişta dixuyê ew ku ji niha ve hikûmet kabûsên 24'ê Hezîranê dibîne. Ji ber vê dê wekî berê dîsa serî li her cure hîleyan bide. Wê li herêmên ku gelheya kurdan lê zêde ye pergala hilbijartinê ya veguhêzer têxin dewrê. Wê li gor dilê xwe sindoqan li deveran deynin û qaşo dê hilbijêran bibin wir. Lê belê em ê tu carî dev ji siyaseta demokratîk bernedin. Divê em mantiqa 'Em çi bikin jî dê AKP di hilbijartinê de bi ser bikeve' ku hikûmetê li ser welatiyan çêkiriye serobino bikin. Divê hemû muxalefet heta ji dest tê xwedî li sindoqan derkeve, ji bilî vê riyeke me ya din tune ye. Û ji bo zêdebûna beşdarbûyînê divê em pir bixebitin. Mifteya vî karî beşdarbûyîn e. Em ê tim wekî moriyan bin. Çi qas bê binpêkirin bila bê binpêkirin em ê bi inyad têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin."
‘MAFÊ GEL TÊ XESPKIRIN'
Endamê MYK'a HDK'ê Sedat Şenoglû jî diyar kir ku mafên gelan tê xespkirin û got: "Ev biryara hilbijartinê bêçaretiya îktîdarê û krîza aboriyê nîşan dide. Niha jî ji ber gel destekê nadê, dixwaze bi hîle û xurdeyan, bi darê zorê rojeva hilbijartinê biafirîne. Jixwe qanûn antî-demokratîk in. Ev yek zêdetir bû." Şenoglû diyar kir ku ew ê vê yekê veguherînin avantajê û binirxînin. Şenoglû, diyar kir ku ji niha ve diyar e ku dê Erdogan hilbijartinê winda bike û wekî mînak 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê da. Şenoglû, destnîşan kir ku berxwedaneke bi îstikrar û biryar dê li hemberî vê îktîdarê karibe bi ser bikeve û ew wekî HDK û HDP'ê ew ê di vê çarçoveyê xwe amadekariyên hilbijartinê bikin.
Endamê MYK'a HDK'ê Temûr Taşdemîr jî bal kişand ser şert û mercên Rewşa Awarte û diyar kir ku krîza aborî pir kûr bûye û ev yek ketina îktîdarê leztir dike. Taşdemîr, diyar kir ku ji ber ku dizanin dê têk biçin ji bo xwe xelas bikin serî li riyeke wisa ne, lê belê dê nikaribin jê xelas bibin. Endama MYK'a HDK'ê Nesrîn Aslan jî bilêv kir ku polîtîkayên hundurîn û derve yên hikûmeta AKP'ê rê li ber krîzê vekirine û ji ber îktîdar hay ji krîzê heye di şevekê de demildest biryara hilbijartinê da. Aslan, destnîşan kir ku divê ew di 24'ê Hezîranê de xwedî li sindoqan derkevin.