STENBOL- Jinan ji bo 1'ê Gulanê bang kirin ku dakevin qadan û gotin: "Ji bo xwedîderketina li keda xwe, nasnameya xwe û bedena xwe divê em dakevin qadan."
Dê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û hêzên ked û demokrasiyê li Qada Maltepe ya Stenbolê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz bikin. Bangawaziyên di vê der barê de didomin. Jinan jî bang kir ku, ew ê ji bo mafên xwe dakevin qadên 1'ê Gulanê.
DURUKAN:EM DOZA WEKHEVIYÊ DIKIN
Endama Koma Xebatê ya Jinan a Desteya Koordînayonê ya TMMOB'ê ya Stenbolê Nedret Dûrûkan, destnîşan kir ku her diçe çewisandinên li ser jinan zêdetir bidin û rê li ber tevlîbûna wan a ji bo hilberînê tê girtin. Dûrûkan got: "Em ji bo bedena xwe, keda xwe û nasnameya xwe doza wekhevî û azadiyê dikin. Ji ber vê divê hemû jin dakevin qadên 1'ê Gulanê."
ATASELİM: JI BO BINDESTAN BER BI QADÊN 1'Ê GULANÊ
Endama Meclîsên Jinan a Stenbolê Fîdan Ataselîm jî, diyar kir ku 1'ê Gulanê ji bo jinên bi berxwedanê doza mafê xwe dikin rojeke girîng e û got: "Em ê ji bo keda xwe ya nayê xuyakirin û li hemberî mobînga ku em li cihên kar pê re rû bi rû dimînin dakevin qadan. Hatina me ya gel hev, tenê ne ji bo me tenê ye ji bo hemû bindestan û çîna karkeran e. Ji ber vê em ê di 1'ê Gulanê de li Qada Maltepeyê bin."
ŞİRİN: BI AWAYEKÎ COŞDAR BER BI QADA 1'Ê GULANÊ
Endama Meclîsên Jina yên Sosyalîst Mîne Şirin jî got: "Em li pêyî azadiya xwe, nirxandina keda xwe ya nav malê ne û em li dijî şer in û doza wekheviyê dikin. Em ê di 1'ê Gulanê de daxwazên xwe bînin ziman. Em coş, kêfxweşî û hêrseke mezin li benda hemû jina ne ku di 1'ê Gulanê de li qadan bin."
GOKTEPE: DAXWAZÊN JINAN ZÊDE NE
Sekretera Jinan a Şaxa Jimare 1'ê ya Setnbolê ya Tum Bel Senê Meryem Goktepe anî ziman ku 1'ê Gulanê ji bo hemû kedkaran girîng e. Goktepe bi lêv kir ku daxwazên jinên ku dê li qadên 1'ê Gulanê bin ji ên mêran bêtir in û got: "Divê hemû jinên ku bi newekheviyê re rû bi rû dimînin di 1'ê Gulanê de bên gel hev."
YILMAZ: EM Ê XWEDÎ LI KED Û NASNAMEYA XWE DERKEVIN
Sekretera Jinan a Şaxa 8'an a Egîtîm-Sen a Stenbolê Murruvet Yilmaz jî bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û diyar kir ku herî zêde jin tesîrê ji vî şerî digirin. Yilmaz bi lêv kir ku ji bo ew li hemberî pergala serdest a mêrî keda xwe xuyangtir bikin têdikoşin û got: "Tenê ne di 1'ê Gulanê de divê di hemû rojên salê de jin ji bo xwedîderketina li keda xwe, bedena xwe û nasnameya xwe li qadan bin."