ÎZMÎR - Sînan Işik ê di sala 2012’an de li leşkeriyê rastî îşkenceyê hat, piştî têkoşîna 6 salan, doz hat vekirin û dozger îdîanameya ku îşkence lê hatiye kirin amade kir. Işik, piştî têkoşîna 6 salan îspat kir ku îşkenceya lê hatiye kirin ne henek e.
Leşker Sînan Işik, dema di sala 2012'an de li Fermandariya Yekîtiya Xizmetên Nexweşxaneya Leşkerî ya Kasimpaşa ya Stenbolê leşkeri dikir, ji aliyê Fermandarê xwe Îbrahîm Halîl Denîz ve di nava hefteyekê de 3 caran li jêrzemîna nexweşxaneyê bi hesînê kaloriferê ve hat girêdan û rasti îşkenceyê hat. Sinan Işik yê rastî îşkenceya fermandarê xwe hat, piştî têkoşîna 6 salan, serdozger serlêdana wî qebûl kir û bi sedema îşkence lê hatiye kirin doz li fermandar vekir. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Emin Aydinç îdîaname amade kir û der barê Fermandarê Işik Halîl Deniz de îdîaname amade kir. Dozger der barê Denîz de ji 8 salan heta 15 salan ceza xwest. Nexweşxaneya Leşkerî ya GATA Haydarpaşa jî di raporê de diyar kir ku Işik hatiye emeliyatkirin û di emeliyatê de fatreşka wî hatiye jêkirin û ji bo leşkeriyê nabe.
GOTIN HENEK E Û PÊDIVÎ BI DARIZANDINÊ NETÎT
Işik, ku teskere stend, der barê fermandarê xwe Deniz de serlêdana sûc kir. Dozgerê leşkerî lêpirsîn da destpêkirin. Denîz jî îdia kir wî tenê henek kiriye û parastina xwe kir. Piştî lêpirsînê dozgerê leşkerî bi sedema "Henek e" pêdivî bi lêpirsînê nedît. Îtîraza Işik ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve hat redkirin. Işik piştre li Wezareta Parastinê dîsa doza darazê vekir. Dadgeha Îdarî ya Bilind a Leşkerî piştre bi hinceta tiştekî ku bibe mijara tazmînatê tune ye doz red kir.
Işik vê carê bi riya parêzerê xwe serî li Dadgeha Qanuna Bingehîn (AYM) da. AYM jî piştî lêkolînê bi sedema li gorî xala 17'emîn biryar da ku hukmê lêpirsînê hatiye îhlalkirin û tespît ku ku di bin çavdêriya dewletê de pêk hatiye. AYM'ê dîsa dosya li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê vegerand. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî bi sedama ATK'ê têkildarî perçekirina fatreşka Işik delîlên têr bi dest nexistiye dîsa der barê dosyayê de biryara bêşopandinê da.
PIŞTÎ 6 SALAN GOT ÎŞKENCE YE
Işik, piştî biryara dozger dîsa bi rêya Parêzer Nezahat Paşa li 3'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê îtîraz kir. Heyeta dadgehê jî biryara lêpirsînê da. Dozgerê Komarê yê Stenbolê Emin Aydinç piştî lêpirsînê îdîaname amade kir û xwest doz bê vekirin. Dozger piştî îdîaname amade kir pêşkêşî 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê kir. Dadgeha 15'enîn jî, bi sedama 'Pêwiste Dadgeha Ceza ya Leşkerî lê binere, lê ji ber dadgeha leşkerî tune divê 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran lê binere" dosya şand 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê. Li bendê ye ku 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a stenbolê îdîanameyê qebûl bike.
MA / Ahmet Kanbal