COLEMÊRG- Di sala 2017'an de li polîsan avêtibû ser mala Necmettîn Fendîk û ew kuştibûn. Ji bo polîsê bi navê A.F.K. yê bi îdiaya di destê Fednîk de "çek hebû" û ew kuşt, bi tawanbariya "bûye sebeba mirineke qisûrdar" ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
Li Gevera Colemêrgê di 18'ê Nîsana 2017'an de polîsan avêtibû ser mala Necmettîn Fendîk û ew kuştibûn. Piştî bûyerê malbatê giliyê polîsan kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Geverê lêpirsîna der barê mirina Fendîk de temam kir. Piştî lêpirsînê der barê polîsê bi navê A.F.K. yê Fendîk kuşt û hîn jî li ser kar e, îdianame amade kir.
Di îdianameyê de polîsê kujer A.F.K. derpêş kiriye ku dema wan avêtiye ser mala ku du endamên rêxistinê ketinê, wî li pêşberî xwe kesekî çekdar dîtiye û ji ber ku ew ketiye erdê çeka di dest wî de teqiyaye û li kesê li hember ketiye. Polîsê kujer di parêziya xwe de derpêş kir ku di destê Necmettîn Fendîk de çek hebûye û polîsên şahid ên bi navê N.D., U.K., F.P. û Î.Ç. jî bi heman awayî îfade dane. Lê belê di îdianameya hat amadekirin de der barê çeka ku tê îdiakirin di destê Fendîk de bûye tu tişt nehatine gotin û her wiha der barê rapora balîstîkê de jî tu tişt cih negirtin.
Her wiha dîsa hatibû îdiakirin ku li ber serê Fendîk kêrek jî hebûye, lê belê di îdianameyê de der barê kêra ku polîs behsa wê kirin û îdiakirin li ber serê Fendîk bûye tu agahî cih negirtine.
40 HEZAR LÎREYÊ MALBATÊ JÎ HATIBÛ DIZÎN!
Di îdianameya hat amadekirin de tişteke girîng a din jî cih negirt. Ew jî ew bû ku malbata Fendîk diyar kiribû ku di dema avêtina ser mala wan de polîsan 40 hezar lîreyê wan dizîbû. Lê belê her çend hevjîna Fendîk Kudret Fendîk piştî bûyerê serî li dozgeriyê dabû û diyar kiribû ku 40 hezar pereyê wan hatiye dizîn, dîsa jî ev yek di îdianmeyê de cih negirtiye.
6 SAL CEZA JÊ RE TÊ XWESTIN
Di îdianameyê de bi tawanbariya "ji ber bûye sedema mirina qisûrdar" ji 2 salan heta 6 salan cezakirina polîsê kujer A.F.K. hat xwestin.
Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Colemêrgê ve hat qebûlkirin. Dê danişîna ewil a dozê di 26'ê Nîsanê de pêk bê.