WAN - Li Girtîgeha Wanê fotokopiyên nûçeyên der barê Rojnamevan Nedîm Turfentê girtî yên di rojname û ajansan de derketine hatin desteserkirin.
Îdareya Girtîgeha Wanê dest danîn ser fotokopiyên nûçeyên di ajans û rojnameyan ên der barê nûçegihaê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin rojnamevan Nedîm Turfent de derketine û bi riya kargoyê re jê re hatin şandin. Îdareya Girtîgeha Wanê ji bo desteserkirinê wekî hincet wiha got: "Dê yekpareyiya dewletê ber bi rewşeke talûke ve bibe" û "Gotinên ku sazî û dezgehên dewletê biçûk dixîne" tê de cih digirin.
Kargo di 10'ê Nîsana 2018'an de ji Stenbolê ji aliyê Dorşîn Oner ve hatin weşandin. Îdareya girtîgehê di hinceta xwe de derpêş kir ku fotokopiyên nûçeyan li dijî avaniya unîter a Dewleta Tirkiyeyê ne û dê rê li ber înfiala civakiyî vebikin û ji ber wê dest danîne ser wan.
Lê belê piştî îdareya girtîgehê bi8 van hincetan fotokopiyên nûçeyan ên hatin şandin desteser kirin, Nedîm Turfent di 11'ê Nîsanê de îtirazî vê yekê kir.