* Li Girtîgeha Wanê fotokopiyên nûçeyên der barê Rojnamevan Nedîm Turfentê girtî yên di rojname û ajansan de derketine hatin desteserkirin.
* Di sala 2017'an de li polîsan avêtibû ser mala Necmettîn Fendîk û ew kuştibûn. Ji bo polîsê bi navê A.F.K. yê bi îdiaya di destê Fednîk de "çek hebû" û ew kuşt, bi tawanbariya "bûye sebeba mirineke qisûrdar" ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
* Jinan ji bo 1'ê Gulanê bang kirin ku dakevin qadan û gotin: "Ji bo xwedîderketina li keda xwe, nasnameya xwe û bedena xwe divê em dakevin qadan."
* Endamên MYK'ê yên HDK'ê diyar kirin ku pirsgirêkên aborî û civakiyî panîk û tirsek li hikûmeta AKP'ê peyda kirine û gotin: "Mifteya serketina hilbijartinê beşdarbûyîn e. Em ê tim morî bin."
* Ji xeynî HDP'ê, partiyên din ji bo hilbijartina serokomariyê li namezetekî hevpar digerin. Bi kesên ku navê wan ji bo namzetiya hevpar derbas dibin gelek hevdîtin hatine çêkirin. Yek ji van kesan jî Abdullatîf Şener e.
* Yek ji vexwînerê înîsyatîfa Memleket Biziz ku hewl dide tevî Meclîsên Azadiyê dakeve kuçeyan Velî Saçilik got: "Zilamek derketiye dibêje 'Welat ez im.' Em jî dibêjin ku, wekî gelan Memleket Bizîz (Welat Em in)."
* Dê nûçegîhanê dihaber'ê ku bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayûmat ku di 27'ê Tîrmeha 2017'an de bi hinceta nûçeyên li ser sînor dişopandin hat girtin, cara duyem di 25'ê Nîsanê de derkeve pêşberî dadwer. Parêzer Tûgay Bek, têkildarî dozê got perçeyeke ji çewisandinên li hemberî çapemeniya azad e.
* Sînan Işik ê di sala 2012’an de li leşkeriyê rastî îşkenceyê hat, piştî têkoşîna 6 salan, doz hat vekirin û dozger îdîanameya ku îşkence lê hatiye kirin amade kir. Işik, piştî têkoşîna 6 salan îspat kir ku îşkenceya lê hatiye kirin ne henek e.
* Li gundê Seyîda ya Çelê sala par leşkeran pirên daliqandî hemû li bêrîvanan qedexe kiribû û îsal jî şiverêyên diçin zozanan bi hinceta “ewlehiyê li bêrîvanan qedexe kirin. Ji ber rêgirtinê gundî neçar man vegerin gundê xwe.
* Ribês ên ku li rojavayê Tirkiyeyê wek “mûzên kurdan” tên nasîn li ser dezgehan cihê xwe girtin. Li bazaran herî zêde ribês balê dikişînin.
* Çêkirina "Qonaxa Garîp Alpsoy" ku di navbera Dêra Bethîl û Mêvanxaneyê de dest bi çêkirina wê hatibû kirin, bi kevirên spî û rengîn raçînga dîrokiyî xera dike hat temamkirin.
* Bi minasebeta 120'emin salvegera çapkirina Rojnameya Kurdistan nivîskar Ahmet Kanî hemû hejmarên Rojnameya Kurdistanê di pirtûkekê de anîn gel hev. Kanî diyar kir ku Kurdistan weke çirûskekê bû hêj pêketiye.
* Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak dê li 13'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê bê dîtin. (10.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê li avahiya Navçeya Navendî starta hilbijartinê bi civîna çapemeniyê bide. (11.00)
* Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya Stenbolê dê bi minasebeta salvegera Komkujiya Ermeniyan, li pêş muzeya Berhemên Turk Îslam ya Sultanahmetê bernameya bîranîna ermeniyan pêk bîne. (12:00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî dê beşdarî Koma Meclîsê ya HDP'ê bibe û nirxandinên hefteyî bike. (12:30)