Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!

img

ŞIRNEX - Rûbarê Nerdûşê ku kaniya wê Çiyayê Cûdiyê ye, ji ber ava kanên komiran gefê li jiyana candaran dixwe. 

 
Rûbarê Nerdûşê yê çavkaniya xwe ji quntarên Çiyayê Cûdiyê digire, ji gundên Şirnexê heya navçeya Silopiyayê ava gelek gundiyan dabîn dike. Lê belê ji ber ava kanên komiran ên li quntarên Çiyayê Cûdiyê, reş diherike û gefê li jiyana hemû candaran dixwe. 
 
Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê ku li dijî ava bermayî ya kanên komiran ên Rûbarê Nerdûşê qirêjî dikin tu tevdîr negirtine, rê li ber vekirina kanên nû vedike. Kanên komiran ên di destê Suleyman Bolunmezê AKP'î de ku bêyî pêdivî bi rapora ÇED'ê bibîne û destûrê bistîne wan dixebitîne, Rûbarê Nerdûşê qirêjî dike. 
 
Ji gundên ku ava xwe ji Rûbarê Nerdûşê peyda dikin yek jê jî gundê Milgaşantiyê ye. Lê belê ji ber ku av qirêjî bûye, nikarin wê vexwin û heywanên wan jî nexweş dikevin. Her wiha gelek darên li derdorê jî hişk bûne. Zarokên ku ji bo xwe hênik bikin dikevin roba jî nexweş dikevin. 
 
DU ROJAN CAREKÊ DU SAETAN AVÊ BERDIDIN
 
Ji şêniyên gundê Milgaşantiyê Fendî Katar (65), teşta ku ji bo heywanên xwe tije ava kiriye nîşan da û got: "Wekî hûn dibînin hema bibêje herî ye. Heywanên me vê avê vedixwin. Ji ber vê avê jî nexweş dikevin." Katar da zanîn ku du rojan carekê tenê du saetan ava wan tê berdan û wiha got: "50 mal li gund hene. Ma dê ev av têra kê bike? Ên depoyên wan li cihekî bilind, berî ku av bigihê wan tê birîn. Av didin jî encax têra rojekê dike. Rewşa me ya aborî jî nebaş e. Em diçin avê ji marketê dikirin. Gava ava me diqede em ji bêgavî diçin a robarê tînin. Li her malê nexweş hene. Sedema ev qas nexweşan jî ev av e." 
 
Katar destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya avê gelek caran serî li walîtiyê dane û got ku rayedarekî ji wan re gotiye "We hindik ray dane me." 
 
‘EM HEM VEDXWIN HEM JÎ XWE PÊ DIŞON'
 
Mehmet Aliş (40) jî bilêv kir ku ji bêgavî ava rûbarê bi kar tînin û got: "Em vê ava herî hem vedxwin hem jî xwe pê dişon. Zarokên me dikevin vê avê. Ev av, darên fêkiyan jî hişk dike. Bi taybetî di 10 salên dawî de pir qirêj bû. Sedema qirêjbûna wê jî ava bermayîş ya kanên komiran diherike rûbar. Walî tim dibêje em çêbikin, lê di ser guhê xwe re davêje." 
 
Ricaîl Açar (65) ji diyar kir ku hem ava kanên komiran hem jî ava qirêj a herêmê hemû diherike rûbar û ev tişt anî ziman: "Em daxwaznameyan didin, nayên bersivandin. Me di dema hilbijartinê de dibêjin 'em hemû dost in.' Lê hilbijartin diqede, her tişt tê jibîrkirin. Ne walî ne jî qeymeqam rojekê nehat van pirsgirêkên me nedît." 
 
‘DAR HIŞK DIBIN'
 
Ahmet Ûzar jî wiha axivî: "Dar ji ber vê ava qirêjî hişk dibin. Me daxwazname da lê winda dikin. Encamek bi dest nakeve. Êdî bila ev rûbar neyê qirêjkirin. Li ber rûbarên qirêj nexweşxane tên çêkirin. Qey qet nayê bîra wan. Sibê dê ew nexweş çawa li wir bimînin?"
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

18/02/2024
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim