GEVER - Rêxistina HDP'ê ya Geverê, ji bo xebatên hilbijartinên zordest bang li gelê Geverê kir ku bi ruhê 7'ê Hezîranê beşdarî hilbijartinan bibin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê ji bo hilbijartinên zordest ên 24'ê Hezîranê start da. HDP'ê di civîna li avahiya HDP'ê pêk anî de, hevserokên navçeyê yên HDP û BDP'ê, rêveber û Dayikên Aştiyê tevli bûn.
Di cîvînê de Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê Husnu Beşer axivî û got: "Em bang li gelê Geverê dikin ku bi ruhê 7'ê Hezîranê li dijî pêkanînên dijdemokratîk tevli hilbijartinan bibin. Em ê bi van hilbijartinan Tirkiyeke demokratîk ava bikin."