NAVENDA NÛÇYAN - Li Avusturyayê li dijî îtîfaqa AKP û MHP’ê xebatên hilbijartinê dest pê kirin.
Li ser banga HDK-Avusturyayê nûnerên gelek saziyan li Eywana Fakulteya Hunerê ya Bedew a Viyanayê kom bûn û têkildarî hilbijartinên zordest ên 24'ê Hezîranê civînek li darxistin. Di civînê de hat gotin ku, divê li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê eniyek antîfaşîst bê avakirin û bi têkoşîna hevpar bloka faşîst dikare têk biçe. Di civînê de Koordînasyona Hilbijartinê ya ji sê kesan pêk tê hat avakirin.
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, dê di 27'ê Nîsanê li Stollgasseyê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.