MÊRDÎN – Rêxistina HDP'ê ya Nisêbînê li navçeya Nisêbînê dest bi xebatên Hilbijartina Zordest ya 24'ê Hezîranê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Nisêbînê dest bi xebatên Hilbijartina Zordest ya 24'ê Hezîranê kir. Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Nisêbînê bi civîna çapemeniyê starta xebatên hilbijartina Zordest ya 24'ê Hezîranê da. Di civîna ku li avahiya HDP'ê pêk hat de endam û rêveberên HDP û DBP'ê û Endamê Meclîsa HDP'ê Nazim Kok, Hevserokê HDP'ê Ferhat Kut amade bûn. Hevserokê HDP'ê Kut, diyar kir ku di 28'ê Nîsanê de dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî li Navçeya Nisêbînê gel û esnafan ziyaret bikin û xebatên hilbijaritnê bi lez bikin. Kut, bang li her kesî kir ku bêtir tev li xebatên hilbijartinê bibin.