MÊRSÎN - Li Mêrsînê Karkerê taşeron Alî Araz ê piştî lêpirsîna ewlehiyê ji kar hat avêtin û betal ma, krîza dil derbas kir û mir. Hevsera Araz Halime Araz, bertek nîşanî helwesta rayedaran da û got: "Mala min xera bû. Zarokên min li holê man."
Li navçeya Akdeniz a Mêrsînê karkerê taşeron ê Şaredariya Akdenîza Mêrsînê Alî Araz piştî lêpirsîna ewlehiyê, di 11'ê Nîsanê de ji kar hat avêtin û betal ma. Piştî Araz ji kar hat avêtin krîz derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê. Azar îro serê sibê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Birayê
Araz Hasan Araz, diyar kir ku piştî birayê wî ji kar hat avêtin wê şevê raneza û wiha got: "Ji bo kîraya xaniyê xwe bide ji bankayê kirêdî kişandibû. Dema ji kar hat avêtin êdî nekarîbû heqê krêdê bide. Hemû jiyana wî ser û bin bû û krîza dil derbas kir. Qaşo em li welatekî misilman dijîn."
Hevsera Araz Halime Araz jî anî ziam ku mala wê xera bû û zarokên wê li holê man. Yên hêlîna min xera kirin bila hêlîna wan jî xera bibe. 8 zarokên min hene. Me çi kiribû ji wan. Ez wan hewaleyî xwedê dikim."