'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike'

  • rojane
  • 09:02 30 Tebax 2023
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku PDK niha bi awayeke çalak di nava şer de ye û wiha got: "Tirkiyeyê ji PDK'ê daxuyaniyeke fermî ya şer xwest. Lê belê ev daxuyanî heta niha nehatiye kirin."
 
Li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) êrişên Tirkiyeyê didomin. Êrişên ku ji hewayî û bejahiyê ve tên kirin ji 14'ê nîsana 2022'yan heta niha berdewwam dikin. Di çarçoveya van êrişan de heta niha bi dehan caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Her çendî gelê herêmê jî ji vê yekê bi neyînî bandor bibe jî PDK nahêle ku şandeyên navneteweyî biçin herêmê û lêkolînan bikin. Li tevî van geşedanan çûnhatina rayedarên tirk a li herêmê jî balê dikişîne. Wezîrê Karên Derve yê tirkiyeyê Hakan Fîdan çû Bexdayê û paşê jî li Hewlêrê bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesut Barzanî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de aloziya avê, neftê û şerê herêmê hat axaftin. 
 
Rojnameger Mervan Ozdemîr ku geşedanên herêmê ji nêz ve dişopîne der barê rewşa herêmê ya dawî de û hevdîtinên rayedarên dewleta tirk a bi malbata Barzanî re nirxand. 
 
'NIKARIN PÊŞVE BIÇIN'
 
Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku tirkiye bi hemû derfetên xwe êrişî herêmê dike û got: "Êrişên dewleta tirk ên li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê du sal li dû xwe hiştin. Di vê pêvajoya şerê 2 salan de, tevî hemû teknîka dewleta tirk jî tu pêşketin çênebûye. Li dijî  hemû hêza teknîkî û şer a dewleta tirk, gerîla li ber xwe dide û ji ber wê jî nahêle ku dewleta tirk bi pêş biçe. Mijareke din a girîng ku tê mereqkirin jî rol û mîsyona PDK'ê ya di vî şerî de ye. Li gor agahiyên dawî ku di destê me de ne, dewleta tirk a dagirker ji roja ewil bi taybetî ji PDK’ê hin daxwaz kirine. Daxwazan ew bû ku PDK bi awayekî çalak beşdarî van operasyonan bibe. Xuya ye ku daxwazên wan heta radeyeke mezin hatine bicihanîn. Em vê ji kirinên PDK'ê fêm dikin. Em dizanin ku PDK bi dewleta tirk re tevdigere, leşkerên dewleta tirk bi wesayîtên PDK'ê derbasî qadên parastina medyayê dibin, PDK operasyonê ji bejahiyê ve koordîne dike û di warê îstixbarî de alîkariyê dike. Dîsa ji aliyê şêniyên herêmê ve tê ragihandin ku PDK'ê qadên çalakiya gerîlayan dixwaze teng bike û yê dewleta tirk jî fireh bike. Di daxuyaniyên fermî yên HPG'ê de jî ev agahî tên piştrastkirin."
 
'BI BERTEKA GEL EV PÊK NEHAT'
 
Ozdemîr anî ziman ku PDK'ê xwestiye ku  dê li dijî PKK'ê şer îlan bike, lê gelê herêmê ji ber ku li hemberî wê sekiniye nikare vê îlane bike û wiha got: "Dîsa ji hin dîmenên ku HPG'ê belav kirine diyar dibe ku PDK êdî ne mil bi milê leşkerên tirk, êdî pêşengiya wan dike. Em dizanin ku daxwazeke girîng a dewleta tirk ji PDK’ê hebû. Hat xwestin ku PDK bi ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî van operasyonan bibe.Lê belê bertekên raya giştî ku li hemberî PDK’ê pêş ket pêşiya vê girt. Lîstika şer û hêviyên dewleta tirk ji PDK'ê nema. Ji ber vê yekê ger gel bê bersiv bimaya, ger gel bibûya parçeyek ji propagandaya reş a PDK'ê ya li dijî PKK'ê, wê PDK'ê ev şerê ku rastî tê de cih girtibû bi fermî îlan bikira. Lê heta niha ev yek pêk nehatiye.”
 
'JI PDK'Ê ÎLANA ŞER A FERMÎ XWESTIN'
 
Rojnameger Ozdemîr bal kişand ser hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê tirk Hakan Fîdan a bi PDK'ê re û ev agahî dan: "Hevdîtina Hakan Fîdan a bi malbata Barzanî re bi vî şerî ve girêdayî ye. Ji destpêka şer û heta niha ji PDK'ê ragihandina îlankirina şer tê xwestin. Helbet nêrînên cuda di vî warî de derketine holê. Tê gotin ku PDK’ê ji dewleta tirk zêdetir piştgirîya teknîkî dixwaze. PDK ji bo pêkanîna vê daxwaza dewleta tirk ku ev 2 sal in nikare pêk bîne, dê hin gavan bavêje. PDK yek ji xala  herî girîng e ku di vî şerî de cih girtiye. Bi dewleta tirk re tevdigere. Ev rastiyeke.Piştgiriya îstîxbaratî dide û ji bo dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê, peydakirina dezgehên îstixbaratî di nav lîv û tevgerê de ye. Li ser vê mijarê gelek agahî û belge hene. Lê di qonaxa niha de di hişê herkesî de ev pirs heye, gelo PDK dê bikeve nava vî şerî? Di rastiyê de jixwe di şer de ye. Tê gotin ku li dijî PKK'ê şerekî fermî ragihînin. Li bendeyê ku PKK bersiv bide van êrişên wan. Kurtasiya hevdîtinên li gel PDK'ê wiha ye. Yanî ew bû ku PDK bi awayekî çalak bikişîne nava vî şerî û PDK'ê neçar bike ku vî şerî fermî îlan bike. Em ê di rojên pêşde bibînin ku dê çi bike."
 
'DIXWAZE KU IRAQ LI DIJÎ GELÊ KURD ŞER BIKE'
 
Rojnameger Mervan Ozdemîr anî ziman ku Bexda ji hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê nerihet e û ev tişt anîn ziman: "Tê payin ku dewleta tirk li herêmên ku di zivistanê de vekişiyaye hêzên PDK'ê bi cih bike. Dewleta tirk û PDK'ê li ser xaka Kurdistan û Iraqê bi heman rengî tevdigerin.Çimkî bi heman armancê tevdigerin. Tê zanîn ku di navbera tirkiyeyê û Iraqê de nakokî hene.Bi taybetî derdorên Şîî hene. Ev derdor ji dewleta tirk bi bertek in.Bertek êrişên dewleta tirk ên li dijî serweriya xaka Iraqê didin. Pêşengên şîîyan bi riya weşana zindî bi rêya çapemeniyê bertekên xwe yên li ser vê mijarê anîne ziman.Piştî hevdîtina Hadî Amirî ku yek jî pêşengê Şîîyane ya bi  Hakan Fîdan re tevlî weşana zindî bû û civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku divê dewleta tirk zûtirîn ji Iraqê derkeve. Dewleta tirk gef li ser Iraqê dixwe. Weke mînak ava çemên Dîcle û Firatê a ku diherike Iraqê, bi girtina wê gef dixwe. Pirsgirêka avê veguherandin amûra şer. Dixwaze ku Iraqê nêçar bihêle ku li dijî PKK'ê û gelê kurd şer bike. Dixwaze ku Iraq  PKK'ê têxe lîsteya terorê. Lêbelê ez dikarim bibêjim ku yek ji van daxwazan pêk nehat. Li aliyê din tê diyarkirin ku Hakan Fîdan bi tirkmenan re hevdîtinên taybet pêk anîne. Agahî hene ku bi çeteyên tirkmen ên  li deştên Mûsil, Kerkûk û Nînovayê hevdîtin pêk anîne. Tê gotin ku Enqere wê her cûreyê derfetan bide van çeteyan.Ev mijare jî di rojên pêş de dê diyar bibe.”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

15/02/2024
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN