WAN - Rêxistina HDP’a Wanê starta hilbijartinên zordest da. Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede, diyar kir ku ev 30 salin di şertên asayî de siyaset birêve nebirine û got: “Ligel vê yekê jî dê tu tişt nekarin me asteng bikin.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, ji bo amadekariyên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê li avahiya HDP’ê pêk hat. Hevserokên navçeyan û bajer ên HDP’ê, endamên Meclîsa Partiyê û rêveberên patiyê beşdarî civînê bûn. Di civînê de rêxistin HDP’ê starta xebatên hilbijartina zordest da.
‘JI BO ROJHILATA NAVÎN DÊ BIBE DESTPÊKEK NÛ’
Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede, di civînê de axivî û wiha got: “Di 24’ê Hezîranê de bi taybetî ji bo gelê Kurd, gelên Tirk û Rojhilata Navîn dê bibe destpêkek nû. Rojên azad û bi keyfxweş li benda welat û Rojhilata Navîne. Di vî warî de hevî û baweriya me xurt. Emê bi vê coş û molarê dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê bikin.”
'JI BO HDP’Ê HEZÎRAN MEHEK PIR XWEŞE'
Dede, di dawiya axatina xwe de wiha got: “Hevalên beriya me di şert û mercên hîn xerabtir de xebata siyasetê bi rêve birin. Şert û merc çi dibin bila bibin, astengî û sînorkirin çi dibin bila bibin, em ê dest ji xebata xwe bernedin û bi her awayî em ê xebatên xwe bi rêve bibin. Emê tu darî astengiyan nas nekin.”