ŞEHBA - Li gundê Babinis ê wêrankirî ku girêdayî kantona Şehbayê nêzî 2 hezar û 184 malbatên Efrînê yên ku ji ber êrîşên TSK û OSO koç kirin, bi cih bûn. Şêniyên Efrînê tevî hemû astengî û pirsgirêkan ji nûve gund û jiyanê ava dikin.
Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên tang, top û balafirên TSK û OSO neçar man û koç kirin, rastî gelek zehmetiyan tên. Welatiyên ku piştî axa xwe terk kirin û hatin herêma Şehba, bi hezaran jê di konan de dimînin, bi hezaran li gund û navçeya Şahba bi cih bûn. Komên OSO yên dagirker û çeteyên wê mal û milkên welatiyan didizin û dişewetînin. Di vê demê de jî şêniyên Efrînê bi hemû hewldanên xwe pêwîstiyên jiyanî ji xwe re peyda dikin û xwe di malên rûxandî yên gundê Babinis de bi rêxistin dikin. Li gorî nûçeya ANHA 2 hezar û 184 car welatiyên Efrînê li gundê xerabe bi cih bûn û gund ji nûve ava dikin û jiyanê li wir pêş dixin.