NAVENDA NÛÇAYAN - Bi armanca CPT têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berpirsiyariya xwe bi cih bîne, li Strasbourgê greva birçîbûnê ya ji bo 5 rojan dest pê kir.
Li Strasbourgê bi armanca CPT têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berpirsiyariya xwe bi cih bîne, greva birçîbûnê ya ji bo 5 rojan dest pê kir. Li ser banga KCDK-E’yê hemû welatên Ewrupa, siyasetmedar, nûnerên saziyan, şaredar, rewşenbîr, hunermend û saziyên dostên Kurdan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Çalakvanên greva birçîbûnê saet di 11.00’an de li ber avahiya Konseya Ewrupayê kom bûn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê çalakgeran Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî. Koç çalakger silav kir û got: “Ji xeynî saziyên Kurdan, gelek sazî, komele û federasyonên ji Tirkiyeyê tevlî çalakiyê bûn.”
Di nav çalakgerên greva birçîbûnê de hevşaredarên ku AKP’ê bi awayekî bêhiqûq ew ji peywirê girtin, parlamenterên HDP’ê Tugba Hezer û Faysal Sariyildiz jî hene. Nûnerên Partiya Keskan û gelê Siryan jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn.
Hefteya borî CPT’ê, diyar kiribû ku di serê mehê de şandeyek ya wan çûye Tirkiyeyê, lê bi Ocalan re hevdîtin nekirin. Hatibû îdîakirin ku şande li ser rewşa Ocalan bi wezîrên Tirkiyeyê û rayedarên wezaretan re civiyaye. Lê têkildarî bersivên rayedarên Tirkiyeyê tu agahî nehatibû dayîn.